Wikipedia
Ji Wîkîpediya
Wikipedia (Wîkîpediya) ensîklopediyeke azad bi rengê wîkî ye. Projeyeke vekirî ye, her kes dikare tevlê bibe.
Wikipedia projeyeke navnetewî û bi 80 zimanî ye. Taybetiya vê ensîklopediyê ev e ku her kes dikare her gotarê biguherîne û tiştekî lê zêde bike. Xweqeydkirin ne pêwîst e. Bi tevkariyên kesan ji hemû dinyayê komkirina zanîna mirovahiyê pêk tê.
Wikipediaya herî mezin ya îngilîzî ye, tê de ji 850.000î zêdetir gotar hene. Di hemû zimanên ku di Wikipediayê de xwedî malper in, ji 2,000,000î zêdetir gotar hene.
Logo ya Wikipedia dinyayek e ku ji tîpên alfabeyên cûr bi cûr pêk hatiye. Wekî Wikipedia ev dinya jî vekirî ye.
[biguherîne] Wîkîpediya kurdî
Taybetiyeke girîng ya Wîkîpediya kurdî ev e ku bi zimanê kurdî heta îro ensiklopediyek tune. Carê yekemîn di înternet de ensîklopediyeke kurdî pêk tê. Beşa kurdî ya Wikipedia di 07.01.2004an de ji aliyê Erdal Ronahî hat dandestpêkirin. Di Wîkîpedîa kurdî de niha 7,382 gotar heye.
[[Kategorî:]]mirin== Dîrok ==
Wikipedia di 15.01.2001 de ji aliye Wikimedia Foundation (Vaqfa Wikimedia) hat dan destpê kirin.
Binêre: Wîkîpediya:Dîroka Wîkîpediya Kurdî
[biguherîne] Lîsans
Naveroka Wîkîpediyayê bin Lîsansa Belgekirina Azada GNU (GNU Free Documentation License) tê weşandin. Ev tê wateyê azad e û wê her dem azad bibe. Her kes dikare naveroka Wîkîpediyayê gora keyfa xwe belav bike. Kes nikare Wîkîpediyayê bifroşe an bikire. Naveroka Wîkîpediyayê naveroka azad e. Nivîsbariya Wîkîpediya bi navê MediaWiki jî nivîsbariya azad e.
Wikimedia |
Wîkîpediya | Wîkîferheng | Wikimedia Commons | Wîkîgotin | Wîkîçavkanî | Wîkîpirtûk | Wikispecies | Wikinews | Meta Wîkî |