Înternet
Ji Wîkîpediya
Înternet (inglîzî.: Internet) an jî tora toran, toreke kompûteran e. Bi înternetê mera kane têkev nav World Wide Web (kurtenav:www) (kurdî: tora giştî a cihan)
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Derketina Înternetê
Di cîhanê de, di sala 1995'an de bi awayekî giştî înternet hat bikaranîn û di wê demê de nêzî 11.000 malper hebûn. Niha bi milyonan malper hene.
[biguherîne] Di Nav Kurdan De Înternet
Kurdan yekem car di sala 1997'an de cihê xwe di webê de girtin. Pêşî malperên partîyan û malpera MED TV bû.
[biguherîne] Rewşa Medyaya Nîgaşî Ya Kurdan
Niha ji rojnamegerîyê heta teknolojîyê, ji danûstandinan bigirin heta li ser perwerdehiyê, der barê dezgeyên Hikumeta Kurdistana Başûr de bigirin heta li ser turîzma Kurdistanê jî bi hezaran malperên kurdî hene û roj bi roj ev hejmar pirtir dibe û naveroka wan jî dewlemendtir û rengîntir dibe. Înternet belkî di cîhanê de herî pir li feydeya gelê kurd bû. Ger rêjeya bikaranîna înternetê di nav Kurdan de pirtir bibe, ev sûdwergirtin jî dê pirtir bibe. Lewre înternet cihêkî azad e, erzan e û sînoran nas nake. Niştimana kurdan bûye 4 parçe, lê bi saya înternetê ev sînor hinekî be jî radibin. Kurd dikarin kêmasiya ku di rojnamegeriya kurdî de heye bi înternetê ji holê rakin, lê di heman demê de pêwist e ku pêwendiya gelê kurd ji bo bikaranîna înternetê bêhtir be û ji hêsanîya înternetê sûdê werbigirin. Di malperên hin dewletan de jî beşên kurdî vebûne, wekî malpera VOA. Motora lêgerînê ya navdar GOOGLE û DMOZ û di MUSICMOZ de jî beşên kurdî hene. Û niha Gelê Kurd li benda Windowsa Kurdî û Linuxa Kurdî ye. Malperên wekî Kerkûk Kurdistan e, ku di demekê pir kurt de ev portal bû serkaniyeke xurt a nûçe û enformasyonê ji bo xwendevanên kurd û biyanî ku her roj ji 100.000 lûtkeyan pirtir tîraja wan çêdibe, ango bi hesabekî din her roj li dora 8–9.000 xwendevanên vê malperê xweser hene, ev hejmar ji piraniya tîraja rojname û kovarên kurdî zêdetir e. Tîrajên hin Malperên Kurdî wekî Nasname.com, Kurdishmedia.com, xoybun.com, birayeti-xebat.net, rojname.com, kurdishpoint.com, demanu.com.tr, kurdistan-parliament, kurdistannet.org, ekurd.net... jî nêzî vê hejmarê ne. Ji ber ku reklam tune ye organên mediaya kurdî jî nikarin weşana xwe bidomînin. Divê karsazên Kurd edî dev ji cebaniyê berdin û ji bo pêşxistina medyaya kurdî pêşeng bin.
[biguherîne] Projeyên kurdî di înternetê
- ODP
- Linux a kurdî
- Encame lêgerin