Wolfgang Amadeus Mozart
Ji Wîkîpediya
Wolfgang Amadeus Mozart (1756-1791)
Mozart, di sala 1756an de li bajarê Avûstûrya Salzbûrgê hate dinê. Mozart, ku bavê wî jî mamosteyê mûzîkê bû, hîn di temenê zarokatiyê de xwedî xisletên mûzîkê bû, di 3 saliya xwe de di akoran de notayan ji hev derxist û di temenê xwe yê biçûk de, di warê mûzîkê de bû zarokê bi navûdeng ê Ewropa yê. Mozart, bi xisletê xwe yê awarte di hemû cureyên mûzîkê yên weke dans, opera, senfonî, sonat, konçerto û mûzîka odeyê de berhemên gelek giran bihû derxist holê. Lê belê ev berhemên wî piştî mirina wî ya di sala 1791ê de pir bi derengî hate kefşkirin. Mûzîkvanê mezin ê Avusturyayî Wolfgang Amadeus Mozart di 5"ê mijdara sala 1791ê de mir.