Johann Sebastian Bach
Ji Wîkîpediya
Johann Sebastian Bach (* 21. Adar 1685 li Eisenach; † 28. Tîrmeh 1750 li Leipzig) yek ji komponîstên navdar ên Alman e. Wekî komponîstê Barokê tê naskirin û mûzîkarekî navdar ê dinyayê ye.
Di malbatekî mûzîkar de ji dayîk bûye. Bi pirranî ji bo dêrê awazên kantat, oratoryo, org, klavsen hwd çêkiriye. Li dora 300 awazên wî hene û li kesên pey wî hatine bandoreke mezin hîştiye. Du carî zewiciye û 20 zarokên wî çêbûne. Herçendî awaz an formeke nû neafirandiye jî, di mûzîka klasîk de xwedî ciheke mezin e.
Konçertoya Brandenburg wî çêkiriye û di mûzîka klasîk de navdar e.