Omar Xayyam
Ji Wîkîpediya
Omer Xayyam an Omerê / Emerê Xayyam (* 18'ê gulanê 1048, li Nîşabûr, Parêzgeha Xorasanê; † 4'ê berfanbarê 1123) helbestvan, fîlozof, matematîker û astronomê navdar ê Îranê ye.
Xayyam di dema xwe de fîlozofiyeke wêrek kiriye. Li dijî şovenîzma paşverûtiyê û Îslama ku berjewendperestiyê dike derketiye. Gelek pirtûkên astronomî, matematîk, fîlozofî û helbestvaniyê nivîsiye.
Navê wî di cîhana rojava de cihekê mezin digire. Di helbestên xwe de wekî sîmbola azadî, evînî û aştiyê şerab bikaraniye. Çarînên wî yên zîrek û têr evînî îro jî bêhempa ne.
Kategorî: Faris | Helbestvan | Fîlozof | Matematîkvan | Astronom