Şerab
Ji Wîkîpediya
Şerab, şorav (bi latînî:vinum) vexwarineke alkolîk ji tiriyan (tirî, tirih, tirab) tê çêkirin e.
Gorî cureyê tirabê, şerab jî dikare sor, reş an spî be. Hin cureyên şerabê hene ku ji fêkiyan û birincê tên çêkirin lê ne ewçend navdar in.
[biguherîne] Kurtedîroka şerabê
Gorî zanyaran cara pêşîn li herêmên ku Kurdistan jî tê de ye, ango Asya nêzîkê de b.z. sedsala 6. de hatiye bikaranîn. Dîsa tê texmînkirin ku li vê herêmê hatiye keşfkirin jî. Ev teorî bibawer e. Lewra navê tiriyê di gelek zimanan de wekî Kurdî ye. Ji ber ku hinde şorîn e, di çanda devkî ya Kurdî de wekî şorav, şorab, şerab hatiye binavkirin. Di zimanên Îranî yên kevd de ab=av e.
Dîsa di şarezayiya Egîptê (Misir, Qibtî) û ya Greka kevn de jî hilberîna şerabê bipêşketî bûye. Di ola xiristiyaniyê de şeraba ku bêî tevlîbûn e, wekî vexwarineka pîroz hatiye destnîşankirin. Herwekî di ola Zerdeştiyê, Elewîtiyê de jî cihekê xwe yê girîng heye.
Şerab di çand û hunerê de sîmbola evînî û bohemyayê ye. Gava mirov behsa şerabê bike, divê mirov helbestvan û fîlozofê Farsî Omar Xayyam jibîr neke.
Piştî belavbûna ola Îslamê li Kurdistanê tê gotin baxçeyên tiriyan ên bêhempa hatine qedexekirin û tunekirin. Lewra Îslamê hemî cureyên vexwarinên eywankirî qedexe kiriye. Lê îro kêm be jî li Mêrdîn, Dîlok û Rihayê dîsa hilberîna şerabê ji tiriyên Kurdistanê tê kirin.
[biguherîne] Welatên ku di rêza sereke de hilberînê dikin
- Fransa
- Spanya
- Îtalî
- DYA
- Argentîn