Culemêrg
Ji Wîkîpediya
Culemêrg bajarekî Botanê ye. Culemêrg di nav sînorên Komara Tirkiyêyê de ye. Navê wî yê tirkî "Hakkari" ye.
[biguherîne] Erdnîgarî û Sînorên Bajêr
Bajar di nav parelelên 36° 57´ û 37° 48´ bakûr û merîdyenên 42° 10´ û 44° 50´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Wanê, li rojava bi Şirnex û Sêrtê ve, li başûr bi Dihokê ve û li rojhilat jî bi Ûrmiyeyê ve tê girêdan.
[biguherîne] Taybetiyên Erda Bajêr
Pîvana erda herêmê 9521 km² ye . Piraniya erda herêmê ji çiyayan pêk tê. (87,6%), deşt (2,1%), plato jî (10,3%) ne. Ji ber çiyabûna herêmê çandinî kêm tê çandin. Tene û gûz ên herî pir in ku li herêmê tên çandin. Li geliyên herêmê, birinc, kuncî û fêkî jî tê çandin.
[biguherîne] Avhewa
Li herêmê du cureyên avhewayê hene. Ber bi aliyê çiya ve avhewayeke sar, reşahî û li deverên geliyan jî avhewayeke Behra Spî serdest e. Herêm zivistanan pir sar û dirêj , havînan jî hênik derbas dibe.
[biguherîne] Nifus (1997) û Navçeyên Bajêr
Nifûsa navendê 73221
Tevahiya nifûsa herêmê tevî gundan 212486 e.
[biguherîne] Çiyayên Herêmê
Reşko (Geliyê şîn 4135m), Durek (4060m), Maunsel (3850m), Gelyano (3650m), Garê (3460m9, Geverokê (3356m), Termo (3275m), Barêdalo (3250m) û Çiyayê Reş (3630).
[biguherîne] Deşt û zozan
Deşta Gewerê (li dora Çemê Nihêlê ye ( 175km²), deşt 1900 m ji behrê bilind e. Geliyê Xabûr (di navbera çiyayê Termo û Tanîn de ye.), Geliyê Avarobaşîn (di navbera çiyayê Cîlo û Sat de ye). Geliyê Zapê li dora çemê Zapê ye. Geliya Şemzînan jî li rojhilata bajêrê Çolemergê ye.
[biguherîne] Çem û Gol
Li ser çiyayên Cîlo, Sat û Reşko, golên krater hene. Gola Gelyana li çiyayê Reşko, di 2950 m bilindbûnê de ye. Dirêjbûn û firehbûna golê 300m û 250 m ye. Gola Şîn, Seyidxan û Golan jî li ser çiyayê reş in. Hinek gol jî li ser çiyayên Satê ne.
Ji çemên Avarobaşîn, Şemizdînan û Hacibegê Çemê Zapa mezin pêk tê. Çemê Xabûrê jî şaxek Çemê Dîcleyê ye.
[biguherîne] Serwetên bin erdê
Li heremê madenên bin erdê heta nuha jî peyde nebûne. Tene asbest li hinek deweran hatiye dîtên lê hîn ne hatine bikar anîn.
[biguherîne] Babetên heywanan
Ji ber ku herêm pir bi çiya ye, heywanên ku li ser çiya dijên li herêmê pirtir peyde dibin. Wek; Bizin û mî yên çiya, hirç (Li hêla SHemizdîna û Çelê ), ruvî, gur,keroshk, kew û werdek yên herî pirin ku li herêmê peyde dibin. Dîn (ol) û civak
Nifûsa herêmê piranî musluman in, ji mezhebên shafî ne. Kêm hiristiyan jî li heremê hene. Tirbên ku ji alî gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Wek; tirba Gularesh, Ibedullah Nehrî (li SHemizdînan)
[biguherîne] Xwarênên herêmê
- Gulûl: Ji mast, birinc, bulxur yan jî garis çêdibe. Dew tê kelandin, birinc yan jî bulxur dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Ji ser agir tê girtin ku heta sar û tîr bibe. Rûn sor dibe û bi ser de tê reşandin û serwîs dibe.
- Kêpayî (hûrên dagirtî): Hûr tê perçekirin û wekî kîsên biçûk tên girêdan. Birinca bi qîme û baharat dikeve navê û li ser agir di avê de tê kelandin.
- Mertoxe: Şêraniyek, ji qeymax, rûnê nivishk û arvan tê çêkirin. Qeymax û rûn di tawê de tê helandin û arvan bi serde tê reşandin. Hinek av dikevê û sar tê xwarin. Ji şûna avê şerbet jî dikeve navê.
- Keledoş: Ji keşkê tê çêkirin. Dahn, nok, goşt û giyayên ku zivistanê hişk dikin, tevlî hev dikin û dikelînin.
- Doxave: Ev xwarin ji dew çêdibe. Nok tê tevlîkirin. Goştê qîmeyê weke kofteyên piçuk tê çêkirin û tê tevlîkirin.
- Qirîs: Mewîj, kakilê gûzan, goştê hestî, kiftik bi hev re tên kelandin û serwîs tê kirin.
[biguherîne] Kincên herêmê
Zilamên herêmê shal û shapik li xwe dikin. Du babetên shal û shapikan li herêmê hene ( Diyaryane yan jî SHirnexyane). Bi ser û shal shapik de kefiyek li pishtê tê girêdan. Êlegek ku jê re dibêjin "Kerik" bi serde tê li xwe kirin. Di bin shal de derpiyek dirêj " kiras derpê" tê li xwe kirin. Milên îshlikan bi nexshe û jê re dibêjin "lewendî". Li serî bi kefî re dismalek ku ji re dibêjin cemedanî ( çefî ) tê pêçandin. Di nigê zilaman de gorên ji hirî û rengin û pêlavên ku jê re dibêjin "reshik" hene.
Jinên Çolemergî fîstanên heta nigan dirêj û carna jî çend fîstan bi ser hevde li xwe dikin. Bi ser fîstan de êlegek ( bi mil yan jî bê mil) ku jê re dibêjên "Qutik" li xwe dikin. Di serî de sharpeyek hewreshim yan jî kefiyên resh tê pêçandin. Carna çarshefek ku jê re dibêjin " xîzar " jî ji alî jinan ve tê li xwe kirin.
[biguherîne] Nav û kronolojiya bajêr
Navê Hekkarî yê ji gotina " hekkar" ku di sedsala dehan de navê eshîrek bû ku li herêmê dijiyan tê. Navê Çolemêrg navê bajarê herêma Hekkarî yê ye û di dema Memlûkiyan de ev nav hatiye gotin. Nav, bi zimanê Ermeniyan "Ilmar" û bi zimanê Suryaniyan jî "Gularmak" e.
[biguherîne] Kronolojî
Berî Îsa(zayîn)
- 1000 - 585 Dema Urartiyan
- 585 - 550 Dema Medan
- 550 - 331 Dema Persan
- 331 - 323 Dema Mekedoniyan
- 88 - 66 Hukumdariya Tîgran
- 66 dema Romayîian
Pishtî Îsa (zayîn)
- 297 - 638 Dema Sasaniyan
- 978 Dema Ereban
- 1054 Dema Selçûkiyan
- 1142 Hukumdariya Imaddin Zengî
- 1343 Dema Karakoyuniyan
- 1360 Dema Mîrîtiya Hekkariyan
- 1386 Dema Moxolan
- 1405 Dema Mîrîtiya Hekariyan ya duyemîn
- 1534 Dema Osmaniyan
- 1855 Serhildana Îzzedîn SHêr
- 1914 Dema Rûsan
- 1918 Dema Tirkan
- 1924 Serhildana Nastûriyan
[biguherîne] Ciyên turîstîk û gerê
Hekkarî ji alî tabîat û çiyayan ve pir dewlemend e. Loma jî kesên ku hildikshin ser çiya û spora çiyatî yê dikin, her sal tên herêmê û vê sporê dikin. Herêm ji bo nêçira heywanên kovî jî musaîd e.
[biguherîne] Navdarên bajêr
- Mela Hisênê Bateyî (1417, - 1494)
- Ehmedê Xanî ( sedsala 17 an)
- Yilmaz Erdogan
- Îhsan Colemêrgî
- Muhsîn Qizîlqaya (Muhsin Kızılkaya)
- Ayhan Geverî
- Qahir Bateyî
[biguherîne] Eşîr
|
|
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hewlêr | Kamyaran | Kerkuk | Kirmaşan | Mahabad | Meletî | Mereş | Merdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Semsûr | Serdeşt | Seqez | Sêrt | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şirnex | Şino | Wan | Xaneqîn | Zaxo |
|
|
---|---|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |