Meletî
Ji Wîkîpediya
Meletî (Malatya) bajarekî bakûrê Kurdistanê ye.
[biguherîne] Ciyê coxrafî û hudûdên Bajêr
Bajar di nav parelelên 37° 54´ û 39° 03´ bakûr û merîdyenên 38° 45´ û 39° 03´ rojhilat te ne. Hudûdên bajar li bakûr bi Sêwasê ve, li rojava bi Maraşê ve, li bashur bi Semsûrê ve û li rojhilat jî bi Elezîz ve tê girêdan. Tevayiya herêmê nakeve hundirê hudûdên Kurdistanê. Navçeya Darende û hinek gundên dora vî dikeve hundirê hudûdên Tirkiyê.
[biguherîne] Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erda bajar 12.313 km² ye. Ji vî erdî % 45,5 wî ji çiyayan, % 12,9 wî ji deshtan û % 41,6 wî jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê , tene, qeysî, kixsên shekir, tutûn û sêw tên çandin.
[biguherîne] Îklîm (Av û hewa)
Li herêmê îklîmek reshayî heye. Zivistanan sar , havînan jî germ û zuha derbas dibe. Li hila deshta Malatya yê îklîmek wek Behrasipî (zivistanan hênik) jî hukum dike.
[biguherîne] Nifus (1997) û navçeyên bajêr
- Merkez 465807,
- Arga (Akçadax) 42313,
- Erebgir (Arapkîr) 17348,
- Erxewan (Arguvan) 9923,
- Meletî ya Kevn (Battalgazi) 26059,
- Darende 42635,
- Wêranşar (Doxanshehir) 54529,
- Doxanyol 9606,
- Hekimxan 39017,
- Îzolî (Kale) 8042,
- Tirsekan (Kuluncak) 16326 ,
- Şîro (Poturge) 25100,
- Yazixan 17929 ,
- Çirmik (Yeshilyurt) 40471
Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) 815105 e.
[biguherîne] Çiyayên herêmê
Çiyayên bilind yê herêmê li ser çiyarêzên Meletyê, çiyayê Şîlan e (2545m). Bilindbûna Çiyayê Derbentê jî 2428 m ye ku çiya li ser çiyarêzên Nûrhaq ê ye. Kepez (2140m), Gayrik ( 2306m )
[biguherîne] Desht, zozan û gelî
Deşta Meletye: Di navbera geliya Toxma û Feradê de ye. Mezinbûna wî 830 km² ye.
Desşên Îzoliyan: Ji deshtên ku li dora çemên Feradê kom bûne pêk tên.
Geliya Feradê (li dora çemê Feradê) ye, Geliya Toxma jî li dora çemê Toxma yê ye.
[biguherîne] Çem û Gol
Çemê Feradê û piraniya shaxên Feradê di nav hudûdên herêmê de diherêkin..
Çemê Ferad; Ji gola Kebanê dertê. Çemê Kurdistanê mezintîrîn e. Di nav sê welatan de diherêke û dikeve behra Basrayê.
Çemê Toxma; Ji çiyayê taxtali dertê û li deshta Meletî yê bi Feradê ve xwe girê dide.
Li herêmê gol tunene , tenê li serê çiya, ciyên ku çavkaniyên çeman jê dertên hinek golên biçûk ava bûne.
[biguherîne] Serwetên bin erdê
Li herêmê alûmîniyûm, sifir, hesin, krom, asbest û lînyît ji bin erdê dertên.
[biguherîne] Babetên heywanan
Li herêmê pir babetên teyrên kovî dijên. Wek; werdek, qaz, kew , leglek, Qertel û baz. Li herêmê , gur, ruvî, keroshk û berazên kovî jî hene. Li herêmê gel bi kedîkirina heywanan ji mijûl dibe.
[biguherîne] Ol û Civak
Nifûs musluman in û ji elevi û sunniyan pêk tê. Di nav gel de li cem sunniyan shêxîtî û li cem eleviyan jî pîrîtî rolek mezin dilîze. Nifûsa herêmê ji kurd û tirkan pêk tê.
[biguherîne] Xwarênên herêmê
Kaxiz kebab bi balîcan; Di siniyek de balîcan tên rêz kirin. Bi serde goshtê ku di nav kaxiz de pêçayî tê danîn. Di firnê de 2 seet tê kelandin û bi nanê losh tê xwarin.
[biguherîne] Kincên herêmê
Jinên herêmê li hinek deveran çarshefa resh li xwe dikin. Carna jî pêshtemalek ku jê re dibêjin "bervanik" li serê xwe girê didin. Ji sharpa keçên ciwan re dibêjin "çinko". Di hundirê çarshefêde kincek ku jê re dibêjin "zibûn" û di binî de jî shalwar li xwe dikin. Pêlavên lastîk û gorên ji hirî di nigande hene.
Zilam kum didin serê xwe. Di ser shalwar de jî îshlik û êlek li xwe dikin.
[biguherîne] Nav û kronolojiya Bajêr
Navê bajar di çavkaniyên Asurî û Urartiyan de wek, Maldiye, Melite, Melid, Melide, û di dema Romayiyan de jî wek melîta û Melîdena hatiye gotin. Nav pishtre wek Meletîû Malatya hatiye guhertin.
Kronoloji
Berî Îsa (zayîn)
- 1650 - 1200 Dema Hîtîtiyan
- 1100 - 824 Dema asûriyan
- 804 - 743 Dema Urartiyan
- 743 - 612 dema Asûriyan (II)
- 612 - 550 Dema Medan
- 550 - 331 Dema Persan
- 66 Dema Romayiyan
Pishtî Îsa (zayîn)
- 385 Dema Bîzansiyan
- 656 Dema Ereban
- 740 1095 Bajar di navbera Ereb û Bizansiyan pir caran dest diguhere.
- 1095 Dema Selçûkiyan
- 1399 Dema Osmaniyan
[biguherîne] Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê
Li herêmê shinahî pir zêde tuneye. Lê hinek deveran wek baxçeyên Tacde , Gunduzbeyî û Xorata ji bo seyranan musaîd in. Germavên herêmê (Wek Rotûkan û Îspendere) jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin. . Ciyên tarîxî wek Hoyuk ên Cafer, Degirmentepe, Pîrot û kela Meletî û mizgeftên kevn yê herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.
[biguherîne] Navdarên bajar
- Abdullah Cewdet (1869 - 1932)
- Turgut Ozal (1927 - 1983)
|
|
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hewlêr | Kamyaran | Kerkuk | Kirmaşan | Mahabad | Meletî | Mereş | Merdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Semsûr | Serdeşt | Seqez | Sêrt | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şirnex | Şino | Wan | Xaneqîn | Zaxo |
|
|
---|---|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |