Nok
Ji Wîkîpediya
Nok (bi latînî: Cicer arietinum) giyayek ji malbata Fabaceae ye di kulînên gelek welatan de ciheke girîng digire.
Cara pêşîn li rojavayê Asyaye hatiye nûveçandin û bi qasî 8.000 sal in di xwarinê de tê bikaranîn. Dema mirov nok kelan divê ava wê birijîne û nûve bike, lewra di hin cureyên nokê de hin elementên jehrî hene. Nokên li Kurdistanê tê çandin paqij in lê dîsa jî şûştin baştir e.
Nok li Hindistanê xurdemeniyeke girîng e. Bo çandina nokê germhewa divê. Nok ewçend avê naxwaze.Ji bo bêdera nokê hema bigire tevahiya salê pêwîst e. Li pirraniya cihan salê carê ber dide. Bejna giyayê nokê digihîje 1 m yê.
Di kulîna Ereb, Tirk, Hindistanî û Meksîkayî de navdar e. Di kulîna Kurdan de jî tê bikaranîn.