Cengîz Xan
Ji Wîkîpediya
Cengîz Xan (bi mongolî: Чингис Хаан, yê rast Temûçîn, Тэмүүжин, yanê hesinkar), (* 1155, 1162 an 1167; † 18'ê gelawêjê 1227) yek ji serdarên navdar ên Tirk-Mongol e.
Navê Cengîz Xan bi zimanên Îranî ye. Bi Kurdî tê wateya "Xanê cenghez, xanê şerxwaz-şerhez). Lewra herdem bandora zimanên Îranî li ser hemî berên Asyayî hebûye. Çawa îro zimanê Îngîlîzî serdest e bi sedan salan zimanên Îranî jî wisa serdest bûn.
Cengîz Xan bi barbariya xwe tê nasîn. Yek ji barbarên herî mezin ên di dîroka mirovahiyê de ye. Di çanda Kurdî de jî barbariya Cengîz Xan, Tîmûrleng, Atîlla, hwd ciheke girîng digire.
[biguherîne] Di çanda devkî ya Kurdî de Cengîz Xan
- Ji Cengîz Xan pirsîne şerefa herî mezin çiye? Gotiye bidestxistina keçên dijmin, dîtina girînên dayikên wan e.
- Cihê ku Cengîz lê derbasdibû ûrtê kûçikan diqeliyan (Mongolan goştên kûçikan dixwarin).
- Heger Cengîz Xan ne ehrîman (şeytan) be, wê gavê Xwedê pêdivî bi şeytên nîne.
- Mongol (Moxil) çi dizanin Moxilê (bêjinga mezin). Genîm di q... diya xwe re derbasdikin.
- Cengîz (bo paşayên Osmanî jî tê gotin) diqehirî ka çima bavê wî zû miriye û Cengîz ew bi destê xwe nekuştiye.
- Cengîz (bo Tîmûrleng û paşayên Osmanî jî tê gotin) zebeş bi mirovan dida xwarin û digot hêjîr birrîn.
- Kê ji meytên mirovan Masîs (Sîpanê Xelatê) çêdikir? Çavbeqan (bo Tirk-Mongolan).