Xerxes I.
Ji Wîkîpediya
Xerxes I. (* di 519 b.z., 465 b.z.) şahekê Persanî mezin bû. Navê xwe di Farisîya berê de ( خشیارشا, bixwûnê xeşeyêrşê), tê mane "Serwerê gernasan".
[biguherîne] Ceng û Jîyan
Ew lawê Darîûsê Mezin û Atossa, xwenga Kyrosê Mezin, bû. Dûv bavê xwe Darîûs I. 486 b.z. de mir derbaza textê bû. Pêşin, serîhildanê li Babil û Misir de, 486 b.z.an de derketî û dema derbaza text bûyî de dom dikirî, di 485 b.z.an de rawestand. Wê demê Persan bi yewnanîyên re dewamî, di Şerên Pers de, ceng dikirin û Darîûs di amedeyîya seferberîyakê din de bû. Xerxes I. derbaza textê bû şunda bi Kartaca ve tev di Thermopylen de şahê Spartaan Leonidas, gorî Herodot bi 2 milon leşkeran, bin xist. Lê paş re di cenga Şerê Derya yê Salamîs de di 28'ê rezberê 480 b.z. bi pêşengî padîşahî Themistokles, ji alîya komkeştîyên Atîna hat bin xistin.
Dûv binketinîya Şerê Derya yê Salamîs de Xerxes I. vegerîya payetxtê xwe Susa. Hin leşkeran li Yewnanistan e man jî di Cengê Plataea de di 479 b.z. de hat bin xistin.
Li ser Xerxes qalakê wiha heye: Dû pira, ji bo derbaz bû ne, bi keştîyan li ser Dardanellia re çê kirî helweşîya, Derya bi 300 qemçîyan ceza kiri ye. Rast ne rast qalakê wiha tê gotin.
Xerxes I. 465 b.z. de ji alîya fermandarakî xwe Artabanos hat kuştîn.