Teyrê Sîmir
Ji Wîkîpediya
Teyrê Sîmir yek ji elementên çîroka Kurdî ye. Mixabin Ewropiyan xwedî lê derketine û navê wê kirine Sîmurg. Di çîrokên Ewropiyan de jî cihdigire. Mirovan ji dinya tarî, dinya heft qat di bin erdê de dertîne dinya ronahî. Teyreke mezin e. Hîç dêvekê pê nikare. Li dinya tarî dijî. Carekê de heft nan, heft dawên pez, heft kûp avê dadiqultîne. Kesê ku dixwaze derkeve dinya ronahî divê devê Teyrê Sîmir vala nehêle.
Serê Teyrê Sîmir ji dêvên ku bi dizî tên çêlikên wê dixwûn re di belayê de ye. Hîç dêveke newêre rasterast bi Teyrê Sîmir re bikeve şer. Dêv zîrek în lê Teyrê Sîmir ne ewqas jê dek û dolavan têdigihê. Teyrê Sîmir bi rehm û ûjdan e. Zirarê nade hîç kesekê. Alîkar e.