Çîrok
Ji Wîkîpediya
Çîrok yek ji şaxên girîng ên wêjeya gelêrî û wêjeya devkî ye. Bûyer û kesayetiyên mîtosî bi şêweyên curbecur radigihîne mirovan. Hin caran behsa bûyer û kesayetiyên demên panteîstîk, serdema desthilatdariya jinan hwd jî dike. Dîsa çîrok behsa kesayetî û bûyerên rastegîn jî dikin. Çîrok him bi devkî û him jî bi nivîskî dibe. Çîrok di ragihandina çanda Kurdî de roleke girîng leyîstiye. Herwekî Kurdan bi hezaran salan bi çîrokan jiyan bi zarokên xwe ve dane nasîn, ew perwerde kirine.
Çîrokên Kurdî hin caran bi wezin û awaz, hin caran wekî axavtin tên gotin. Li her herêmekê Kurdistanê çîrokbêjên navdar hebûn, mixabin êdî nînin. Çîrok, di şevên dirêj ên zivistanê de hezkiriya dilê zarokan bû. Zarok ji têkoşîna Mîrza yan Şivanê deryayê fêrî jiyana rastegîn dibûn ku têjî xetere û xirabiye. Dilê zarokan bi dilê Keçbehrîyan, bi dilê Keçelokê Pîrê re diavêt.
Piştî belavbûna elektrîkê li gundên Kurdistanê çîrok jî ketin sekerata mirinê. Nivşên nû êdî qîma xwe bi çîrokan naynin. Lê zarokên Kurd çîrokên Kurdî û lehengên xwe di têlevîzyonan de wekî kartonfîlm dibînin. Ji ber ku Kurd ne xwedî dewlet in, çanda Kurdan ji aliyê Tirk, Ereb, Fars û Ewropiyan ve tên talankirin û hêj jî ev talan berdewam e.
Herçendî li her herêmekê Kurdistanê bi versiyoneka din in jî, pirranî çîrokên Kurdî wiha destpêdikin:
- "Hebû, tunebû
- carek ji caran
- rehmet li dê û bavê guhdaran
- bi tevî derî û cîranan
- bi tevî pepûk û xizanan
- bi tevî rêwî û koçberan
- bi tevî sêwî û bêmalan
- bi tevî birçî û nexweşan
- bi tevî mişkên li dîwaran
- Ji xeynî eza û mixtaran
- ji xeynî Bekoyê Ewanan
- ji xeynî Rom û Ereban
- ji xeynî Papaxgeniyan
- ji xeynî dizên xiyaran
- ji xeynî dêvên keleman
- Wî got, min got, we dot
- Ba hat, bahoz hat, kêçên Bexdayê hat
- Dengê dêvan hat
- Şenglo birev bivirê
- Menglo birêv tevirê
- Na na, devên xwe vekin çavên xwe bigirin
- Yê hat Elî Lawo ye
- Elî Lawo rojekê....
Êdî destpêdike çîroka Elî Lawo. Di dawiya çîrokan de jî heman gotin têne gotin. "Çîroka min çû diyaran, rehmet li dê û bavê guhdaran. Bi tevî...".
[biguherîne] Hin cureyên çîrokan
- Çîrokên behsa bûyer û kesayetiyên rastegîn û awarte dikin
- Çîrokên behsa ajalan û ajalên mîtosî dikin (wekî dêv)
- Çîrokên pêkenî, zîrekî û şîretê
Wekî tê zanîn Kurd xwedî wêjeyeke devkî ya mezin in. Kurd bi dewlemendiya xwe ya çandî tên nasîn. Mixabin pirraniya çanda Kurdan ji aliyê gelên din ve tên talankirin, bikaranîn. Herwekî çîrokên Kurdan jî heya Ewropa belav bûne. Di van salên dawî de berhevkirina çanda gelêrî ya Kurdan hinek pêşketiye.
Hin çîrokên Kurdan behsa bûyer û kesayetiyên bi hezar salan berê dikin. Piştî belav bûna ola Îslamê li Kurdistanê di çîrokên Kurdan de navê lehengan hinek guhertine. Bo mînak "mîrza" bûye "Mîrza Mihemed".
[biguherîne] Hin lehengên, elementên çîrokên Kurdî
- Mîrza Mihemed
- Keçelokê Pîrê (Tirkan xwedî li vê derketine û dibêjin "Keloglan")
- Teyrê Sîmir (Ewropiyan xwedî lê derketine û dibêjin "Sîmurg")
- Dêva Heftserî
- Gurê Mango (li hin devokan Gurê Manco)
- Remlavêj
- Dîlana dêvan an cinan (civîna bisêhr)
- Beq-însan
- Bozê Rewan (Di destana Memê Alan de jî debasdibe)
- Keçbehrî, Mîra an Keçmasî (dergîsta Şivanê deryayê, şivanê deryayê toximê xwe li deryayê rijandiye Keçbehrî ji wê hemîle dimîne û lawê wê dinyayê azad dike)
- Pîra Porspî (tê xewna mirov, heger kalê rihspî were xewnê xêr û heger pîrê were şer e)
- Meqesa Ehrîman an li hin devera Meqesa Şeytên (kê ket ser meqesê mala wê mîrat dibe, pêwîst e mirov pirr zîrek be, elementa zîrekiyê ye)
- Dûyê (dûxana) zirav
- Kêz Xatûn (lehenga serbixwebûna jinan e)
- Mişkê Kor (sembola nefisbiçûktiyê ye)
- Ristemê Zal (lehengê şervanî û bihêzbûnê)
- Sarya, Asya, Elfesya (jinên xwedî desthilatdar, dewlemend, neheq.. Her sê xûşkên hev in)
- Axman (cotyar, tema, tirsonek)
- Zikman (birayê roja fireh, tirsonek, birayê xwarinê)
- Çekman an li hin deveran Çekan (birayê piçûk, jêhatî, wêrek, şervan)
- Marê reş (di bin drûvê nebaş de dileke baş, dema kirasê xwe dertîne jê ciwaneke pirr baş û rind derdikeve, divê mirov bi drûv nexape û şansekê bide mirovên pîs)
- Bilûra Qûnê (xwedî hêzeke bisêhr-magîk e, miriyan zindî dike, tenê li ser qûnê dikare bê bikaranîn)
- Bîra bêbinî (sîmbola şûnvenehatinê)
- Gakûvî, Pezkûvî, Şêr, Rovî, bizina kol, beranê qer-qerqaş hwd (jiyana ajalan)
- Postê kevokê (kê li xwe kir dikare ji dem an cihekê here yeka din)
- Ereb (lehengê xulamtî, xizmetkariyê)
- Hezar û nîv (ji vê peyvê dêv heznakin, ev peyva han wan dîn dike)
- Kevirê xwazgîniyê
- Kevirê parsekan
- Kevirê gilî û gazinan
- Beranê qer - Beranê qerqaş
- Sêv avêtin
- Xeleka bisêhr