Dêv
Ji Wîkîpediya
Gotina dêv îro jî di zimanê Kurdî de tê bikaranîn. Di wateya îro de canberekî ku di wêjeya devkî ya Kurdî de behsê tê kirin e. Gotin ji koka "dîva" ya zimanên Hindûewrûpî tê û wateya wê xweda anjî ruhberên xwedayî ne. Lê di Kurdî de îro tenê xwedî wateyeke neerênî ne û di çîrok û berhemên wêjeya devkî de hin canberên xwedî xwexeysetên neerênî û dilxerab nîşan dide.