Neteweyên Yekbûyî
Ji Wîkîpediya
Neteweyên Yekbûyî (Neteweyên Hevgirtî, Neteweyên Yekgirtî; bi inglîzî The United Nations) mezintirîn rêkxistina navneteweyî ye. Li sala 1945 hatiye damezrandin.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Armanc û Endam
Neteweyên Yekbûyî (NY; bi inglîzî UN) piştî Cenga Duyem ya Cîhanê hat damezrandin bi armanca rêgirtina li ber cengên navneteweyî û rêxweşkirina li ber aştiya herherî.
Niha hema bêje hemû dewletên cîhanê yên serbixwe endamên NY ne.
[biguherîne] Xebat
Baregeha NY li New Yorka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.
Dewletên endam nûnerên xwe dişînin wê baregehê daku li ser mijarên cîhanî gotûbêjan bikin û birryaran bidin.
[biguherîne] Dezgehên NY
Neteweyên Yekbûyî şeş dezgehên bingehîn û jimareyek mezin jî dezgehên taybet hene.
[biguherîne] Dezgehên bingehîn yên NY
- Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî
- Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî
- Sekreteriya Neteweyên Yekbûyî
- Dadgeha Navneteweyî
- Encûmena Spartinê (êdî naxebite)
- Encûmena Aborî û Civakî
[biguherîne] Dezgehên taybet yên NY
Dezgehên taybet yên Neteweyên Yekbûyî:
- Fona Zarrokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF)
- Rêkxistina Saxlemiyê ya Cîhanî (WHO)
- Rêkxistina Qût û Çandinê (FAO)
- Rêkxistina Perwerdeyî, Zanistî û Çandeyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO)
- Rêkxistina Karî ya Navneteweyî (ILO)
- Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF)