Microsoft
Ji Wîkîpediya
Microsoft yek ji şirketên Navneteweyî yên herî mezin li dinyayê ye. Ev şirket di warê teknolocîyaya kompyoterê dixebitit û hersal bihayê zêdetir ji 44.28 hezar milyon (bilyon) Dolarên Emrîkî berhemên corane li seranserî cîhanê difroşit û heta heyva Xêveya (Hizîrana) 2006ê zêdetir ji 71,553 karmendan li 102 welat û herêmên cîhanê hebûn. Berhemên Microsoftê berî her tiştî bernameyên ji bo kompyoteran in. Berhemên Microsoft yên herî bi nav û deng sîstemên xebitandinê DOS û Microsoft Windows û bernameya karûbarên nivîsandinê Word in. Sazumankar û xwediye Microsoftê Bîl Gêyts (Bill Gates) e.