Peymana Sêwrê
Ji Wîkîpediya
Piştî dumahiya cenga cîhanê ya yekemîn dewletên hevgirtî ji bo sulh û aşîtiye di serê sala 1919´an de li bajarê Parîsê qongrekî li darxistin. Ji dewleta Osmaniyan û saziyên Ermenî û Kurdan jî xwestin ku ew ji bo parastina maf û pêskêkirina daxwaziyên xwe nûnerên xwe bişinin qonferansê. Ermeniyan Bagos Nubar paşa, komele û cemiyetên Kurdan ji Serif pasa sandin wê konferansê.
Nûnerê gelê Kurd Serîf paşa di bara maf û xwesteke gele Kurd de 2 daxwazname peskesî kongreyê kir. Ya yekemin di 22'ê adara 1919'an de, ya duwemîn di 1´e Adara sala 1920'an de bû. Her wiha Serif paşa bi nunerê Ermeniyan nîqas vekirin lihevhatin û nêzikayi cekirin, bi hevre di 20´e heyva Cirya Pasin sala 1919´an de daxuyaniki hevbes pêskêsî qongreyê kirin.
Di 10.08.1920'an de peymana Sewrê hate erekirin û pejirandin ji bo gelê Kurd di xalên 62, 63, 64´an de ev biryar hatin girtin. Di nav sînorê Osmaniyan de wê dewleteke Kurda xudmuxtar bê sazkrin, pîstê dengdayineke gisti li ser daxwazan delê Kurd salek sünde we dewleteke Kurda serbixwe were damezirandin. Kurdên herêma Mûsilê jî, wê têkevin nav sînorê vê dewleta serbixwe. Lê ev xal hemî li ser kaxizê man.