Mary Wollstonecraft
Ji Wîkîpediya
Mary Wollstonecraft (* 27'ê avrêlê 1759 li Hoxton (îro dikeve Londonê); † 10'ê kewçêrê 1797 li London) yek ji nivîskar û parêzvanê mafê jinan a Brîtanî ya bi eslê xwe Îrlandî ye.
Zarokatiyeke dijwar jiyaye. Neçûye dibistanê û xwandin-nivîsandinê bi keda xwe hînbûye. Nexwastiye bizewice û malbata xwe terikandiye. Di gelek karên dijwar de xebitiye. Yekemîn pirtûka wê ya bi navê Mary û pirtûka duyemîn Perwerdeya keçikan bala weşanger Joseph Johnson kişandiye û Johnson ew wekî edîtorê weşanxaneyê girtiye cem xwe. Gelek zimanên Ewropî fêrî wê kiriye û jiyana nivîskariya Wollstonecraft a pisporî ji wisa destpêkiriye.
Bandora şoreşa Frensî ragîhaniye Brîtanyayê û ketiye polemîkên mezin. Têkoşîn bo mafê jinan bûye karê wê yî sereke.
[biguherîne] Hin ji pirtûkên wê
- Li ser perwerdeya keçikan
- Parastina mafên jinan
- Nêrînên dîrokî û sincî li ser şoreşa Frensî