Ji Wîkîpediya
- 1925 Serokê Serhildana Pîranê Şêx Saîdê Pîran, bi alîkariya sîxûrên Kurd ji aliyê rejîma Tirk ve hate zeftkirin.
- 1926 Li Tirkiyeyê yekem weşanên radyoyê destpêkirin.
- 1980 Bajarê Seqiz ji aliyê Îranê ve hate bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 50 kesên Kurd jiyana xwe ji dest dan û bajar derbiderbû.
- 1995 Li navçeya Amed Qûlpê gundên bi navê Uçkuyu, Herbet û Rosya hatin şewitandin û paşê jî valakirin.
- 1909 Almanya, Avusturya û Îtalyayê danxûyakirin ku Serxwebûna Bulgaristanê nas dikin.
- 1933 Rêxistina polês ya girêdayî Naziyan "Gestapo" hate damezirandin.
- 1945 Li Avusturyayê komara duyemîn hate îlankirin.
- 1945 Dîktator Benîto Mûssolinî û xoşewîsta wî Clara Petacci dema ku li ser rêya revêne, ketin destê partîzanan de û hatin înfazkirin. Cesedên wan ser bi jêr hatin daliqandin.
- 1953 Li Koreyê hevdîtinên agirbestê ji nû ve destpêkirin.
- 1953 Di navbêra Misir û Îngîltereyê de hevdîtinên kanala Sûveyşê destpêkirin.
- 1974 Li Baliyê balafira PanAm kete xwarê~: 107 kes mirin.
- 1978 Li Afganîstanê şoreş çêbû.
- 1993 Balafira Afgan Antonov AN32 kete xwarê: 76 kes mirin.
- 1997 Gerîllayê Kurd Mehmud Yildirim yê bi navê kod Ferman (di sala 1976an de li Kerboranê hate dinê, di sala 1993an de li Gabarê tevlî nav refên gerîlla bû) li herêma Kerboranê di serdegiritina Girê Tîro de jiyana xwe ji dest da.
- 1999 Gerîllayê Kurd Xeyrî Denîzxan yê bi navê kod Welat ( di sala 1974an de li Dîcleyê hate dinê, di meha kanuna sala 1998an de li Bursayê tevlî nav refên gerîlla bû) li Xakûrkê Berbizina-Şehîtsîpan jiyana xwe ji dest da.
- 27 Nîsan Cejina Neteweyî ya Sierra Leone û her wiha roja neteweyî ya Efrîka Başûr e.
Binêre: Salvegerên dîrokî