Êlih
Ji Wîkîpediya
Êlih (Batman) bajarekî bakûrê Kurdistanê ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Cihên Erdnîgarî û Sînorên Bajêr:
Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi Bitlîs û Mûş, li rojhilat bi Sêrt, li başûr bi Mêrdîn û li rojava jî bi Amedê hatiye dorpêçkirin.
[biguherîne] Taybetiyên Erda Bajêr
Erda herêmê ji %75,7 ji çiyayan pêk tê. Zozan û deşt ji % 24,3 e. Ji wî erdî ji % 91,7'ê wî ji bo çandiniyê tê bikaranîn. Li herêmê bi tene nîsk, tûtin, pembo, tirî û zebeş tên çandin.
[biguherîne] Avhewa
Li herêmê avhewaya reşahiyê serdest e. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar û baranî derbas dibe.
[biguherîne] Gelhe (1997) û navçeyên bajêr:
- Navend: 236047
- Qubîn (Beşiri): 30880
- Kercews (Gercüş): 28125
- Heskif/ Hesenkeyf: 9205
- Hezzo (Kozluk): 69434
- Kabilcevz (Sason): 26689
Tevayiya nifûsa herêmê (tevî gundan) 400380 e.
[biguherîne] Çiyayên Herêmê
Sason (2973m), Zupser ( 2044m), Raman (1263m)
[biguherîne] Deşt û Zozanên Herêmê
Deşta Batmanê (10.000 hektar), Deşta Qubînê (dirêjahî 15-20 km, firehî 2-3 km ye).
Geliyê Çemê Batmanê û qismek ji geliyê Çemê Dîcle, geliyên herî mezinên li herêmê ne.
[biguherîne] Çem û Gol
Gol li herêmê tune ne. Çemê Batmane û Dicle yên herî mezin ên ku li herêmê diherikin in. Çemê Xerzan jî dikeve nav sînorên bajêr.
[biguherîne] Binerdên Bajêr
Li Qubînê, li Çiyayê Ramanê petrol derdikeve. Wekî din li herêmê xwê, krom, asfalt û sifir jî ji bin erdê derdikeve.
[biguherîne] Cureyên Heywanan
Xwedîkirina heywanên kedî mijuliyetek mezin e li herêmê. Li herêmê heywanên kovî, wekî rovî, kew,kîvroşk û gur jî peyde dibin.
[biguherîne] Ol û Civak
Piraniya nifûsê ji misilmanan pêk tê. Li gundên li dora Qubînê êzîdî gelheyeke mezin dinimînin. Xiristiyan pir kêm li herêmê peyde dibin. Piraniya gelheyê ji kurdan pêk tê. Van salên dawî bi saya rafînera petrolê tirk jî li herêmê bi cih bûne. Ereb û suryanî jî civakên din ên herêmê ne.
[biguherîne] Xwarênên herêmê
Keşkek, biryan, kifta bi mast û "Kitel" xwarinên herî naskirîne ku li herêmê tên xwarin.
[biguherîne] Kincên herêmê
Þalwar ji alî zilaman ve tê li xwe kirin. Bi ser de îþligek ku milê wî dirêj û nexþ kirî (celehu) tê li xwe kirin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî û pêlavên ku ji re dibêjin "reþik" hene.
Jinên herêmê fîstanên hevreþim yên rengîn ku dibiriqîn li xwe dikin. Þalvarek fireh û gorên ji hirî li xwe dikin. Kefî yan jî puþî jî didin serê xwe. Pêlavên lastîk yan jî çarox ji li nigên xwe dikin.
Li heremê kincên modern ji, bi taybetî wan salên dawî tên li xwe kirin.
[biguherîne] Nav û kronolojiya bajêr
Navê bajar yê kevn sh e. Di sala 1957 an de navê bajar bûye Batman. Navê Bêşirî yê kevn "Qûbîn", yê Sasonê jî "Kabilcewaz" e, yê Kozluxê "Hazo" û yê "Gercüş" jî Kercews/kercos e.
Berî Îsa(zayîn)
- 800 - 612 dema Asûriyan
- 612 - 550 Imparatoriya Med
Piştî Îsa (Zayîn)
- 350 Dema Mekedoniyan
- 700 Dema Ereban
- 927 Dema Bîzansiyan
- 1107 Dema Selçukiyan
- 1243 dema Mogolan
- 1514 Dema Osmaniyan
- 1894 Serhildana Sasonê li dijî Osmaniyan
[biguherîne] Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê
Kela Hezo û bajarê Hesenkeyfê ciyên gerê yên ji bo turîstan e.
|
|
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hewlêr | Kamyaran | Kerkuk | Kirmaşan | Mahabad | Meletî | Mereş | Merdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Semsûr | Serdeşt | Seqez | Sêrt | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şirnex | Şino | Wan | Xaneqîn | Zaxo |
|
|
---|---|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |