Mêrdîn
Ji Wîkîpediya
Mêrdîn (Mardîn) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Cihê erdnîgarî û sînorên bajêr
Bajar di nav parelelên 36° 54´ û 37° 47´ bakûr û merîdyenên 39° 55´ û 42° 41´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Amedê û Êlihê ve, li rojava bi Rihayê ve, li başûr bi Qamişloyê û Amûdê ve û li rojhilat jî bi Culemêrg û Şirnexê ve tê girêdan.
[biguherîne] Taybetiyên erda bajêr
Erda herêmê % 52,6 ji çiyan, % 24,6 ji deştan û % 22,8 jî ji platoyan pêk tê. Erda wê 177200 metre kare ye. Li herêmê genim, ceh, nîsk, nok, pembo, garis û tirî tên çandin
[biguherîne] Avhewa
Li başûrê herêmê avhewayeke çolî heye, ji lew re jî havînan pir germ û zuha, zivistanan jî sar û li hinek deveran jî hênik derbas dibe. Dîmenek ji Midyadê.
[biguherîne] Gelhe (1997) û navçeyên bajêr
- Navend 92 763
- Kerboran(Dargeçît) 26 011
- Dêrik 53 753
- Qoser (Kızıltepe) 179 382
- Şemrex (Mazîdax) 24135
- Midyad 128 325
- Nisêbîn 80 802
- Mehsertê (Omerli) 12 480
- Stewr (Savûr) 28 676
- Rişmil (Yeşilli) 15 999
Tevayî nifûsa herêmê (tevî gundan) 646 826 e.
[biguherîne] Çiyayên herêmê
Çiyayê bilind yê herêmê Cûdî ye (2114m). Alam (1041m), Ziyaret (1160m) û Dibek(1231m), Tûrcel , Pozê Bîra.
[biguherîne] Deşt, zozan û gelî
Deştên Tilermen Qoser, Merdîn û Nisêbînê; Her sê deşt bi hevre girêdayî û di geliya Çemê Xabûrê de ne. Dirêjbûna deştan 35 km û firehbûna wan jî 20 km ye.
[biguherîne] Çem û Gol
Çemê herî mezin ku di nav sînorên bajêr de diherike Çemê Dîcle ye. Buxur, Çaçan û Gumuş jî çemên din yên herêmê ne. Gol li herêmê tune ne. Tenê li ser çemê Buxurê ji ber bendava Buxurê golek sûnî çêbûye.
[biguherîne] Binerd
Li herêmê fosfat, çîmento û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên.
[biguherîne] Babetên heywanan
Herêm ji alî heywanan ve ne dewlemend e, tenê rovî , kîvroşk û balindeyên kovî peyde dibin.
[biguherîne] Ol û civak
Mêrdîn ji alî ol û civakê ve bajarekî mozaîk e. Piraniya gelheyê ji misilmanan pêk tê, lê li herêmê xiristiyan û êzidî jî hene. Misilman ji mezhebên henêfî û şafiyan pêk tê. Civaka herêmê jî ji kurdan, ereban, suryaniyan û ermeniyan pêk tê.
[biguherîne] Xwarinên herêmê
Li herêmê bulxur û xwarinên ji bulxurê pirtir tên xwarin. Wekî ecîn û kutilkên dagirtî (basmavat, li herêmê ji yên di nav rûn û hêka de sorkirî re dibêjin "irok"). Rişte û Kibe (hûr û roviyên dagirtî) jî ji alî gel ve tê xwarin. Li ber xwarinan dew tê vexwarin. Li herêmê qehva tal (mirra) jî xwedî cihekî taybet e.
[biguherîne] Kincên heremê
Keçên ciwan kefiyên rengîn, yên pîr jî yê spî didin serê xwe. Li hinek deveran wekî li Dêrikê jin kitanên dirêj didin serê xwe. Fîstan herî pir li herêmê tê li xwe kirin. Goreyên ji hirî û lastîkên reş di lingan de hene. Xemilandineke taybetî jî li herêmê "deq" e. Jin deqên şîn li ser rû yan jî destê xwe dikin. Şalwar û entariyên spî û dirêj cilên zilaman yên herêmî ne. Îşlik û êlegên bê yaxe di ser şalwar de tê li xwe kirin. Di serê zilaman de "egal" an jî "çefî" heye. Şewqe jî carinan tê bikaranîn. Qondere di lingan de heye.
[biguherîne] Kronolojiya bajêr
Di dema persan de navê bajêr "Marde" bû. Di dema Bîzansiyan de jî "Mardîa" bû. Ereban jî navê herêmê kirine "Mardîn" . Suryaniyan ji bajêr re gotine "Marde" (kela). Nav bi kurdî Mêrdîn e.
[biguherîne] Berî Zayînê
- 2000- 1243 dema Huriyan û Mîtaniyan
- 1243 - 612 dema Asûriyan
- 608 - 550 dema Medan
- 550 - 312 dema Persan
- 331 - 312 dema Mekodonîyan
[biguherîne] Piştî Zayînê
- 197 - 395 dema Romayiyan
- 395 - 640 dema Bîzansiyan
- 640 dema Ereban
- 1202 dema Eyûbiyan
- 1515 dema Osmaniyan
- 1847 serhildana Bedirxanan
[biguherîne] Cihên turîstîk, dîrokî û gerê
Bajar ji ali xwezayê ve ne pir dewlemend e. Tenê şelala çaxçax ji alî gel ve wek ciyêk seyranê tê bikaranîn. Kela Mêrdînê, mizgeftên bajêr, dêr û dêrên herêmê jî ji alî gel û turîstan ve tên serîlêdan kirin. Germavên Mîdyadê ( germav (gurmî av) carna 40° germ dibe û ji bo nexweşiyên çerm û romatizma yê baş e.
- Gundê Darê
|
|
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hewlêr | Kamyaran | Kerkuk | Kirmaşan | Mahabad | Meletî | Mereş | Merdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Semsûr | Serdeşt | Seqez | Sêrt | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şirnex | Şino | Wan | Xaneqîn | Zaxo |
|
|
---|---|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Ankara | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bedlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | İstanbul | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dersîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |