Terekeme
Ji Wîkîpediya
Terekeme navê bereke li Kurdistan, Tirkiye, Îran, Gurcistan , Daxistan û Ûkrayna yê dijîn e. Li Bakurê Kurdistanê li hin gundên Erdêxan, Qers, Sêwas û Erzerom ê dijîn. Ji wan re Qerepapax jî tê gotin. Osmanî û dûgela Tirk Terekeme kom bi kom anîne li Kurdistanê bicihkirine. Xwestine nîfûsa Kurd li Kurdistanê kem bikin. Di salên 80´î û 90´î de Efgan, Azeriyên Îranê hwd jî anîne li Kurdistanê bicihkirine. Ev etnopolîtîka ya dûgela Tirk hêj berdewam e.
Li ser peyva Terekeme û bingeha vê berê gelek gengeşî û nîqaş hene. Gorî dîroka Tirkiyê ya fermî Terekeme yek ji berên Tirk ên Qefkasî ye û di dema Selçûkî û Osmaniyan da bûne misilman. Lê wekî tê zanîn ti bawerî bi dîroka fermî ya Komara Tirkiyê nabe. Hin Terekeme xwe ne bingeh-Tirk lê Qefqasî dihesibînin. Ji bo vê nêrina xwe jî çand, folklor û peyvên nehatine pişavtin nîşan didin ku bi rastî jî bi pirranî dişibin Qefkasiyan.
Hinek dîroknas jî dibêjin Terekeme ji Erebistana Saûdî hatine û eşîreke koçber a Ereban e. Gorî îdîaya wan di dema belavbûna ola Îslamê ya li Kurdistan û Anatoliyayê de hin eşîrên Ereban ji Mekke ya Saûdî Erebistanê hatine bicihbûne. Terak-î Mekke (kesên Mekke terikîne) an Terakîme hatiye gotin ji wan re û ev peyv wiha çêbûye. Ji bo vê îdîayê jî Henbelîbûna Terekemeyan, salnameyên Osmaniyan hwd nîşan didin. Terekeme heya demên dawî ya Osmaniyan bi pirranî mezheba Henbelî dihebîyan. Bi bandora senteza Tirk-Îslamê vegeriyane mezheba Henefî. Hêj jî Henbelî hene.
Dîroknasên Ûris Qerepapax an Terekeme, kesên ji Îran û Qefkasyayê hatine û li herêma Alexandropol, Akhaltsîke û herêma Gurcîstanê Akhalkalakiyê bicihbûne re dibêjin. Hinek Terekeme ji xwe re dibêjin Terkekeme.
Dîroka fermî ya dûgela Tirk, wekî tê zanîn kê li Tirkeyê dijî dike Tirk û dibêje ew jî bera Tirkên Ogûz hatiye. Bi pirranî Terekemeyan bi Azeriyan ve girê dide. Mixabin Azerî bi xwe jî Terekemeyan ji xwe nahesibînin û wan napejirînin. Bi sedan pêkenok û çîrokên Azeriyan ên ku Terekemeyan piçûk dixîne hene.