Pêşdîrok
Ji Wîkîpediya
Pêşdîrok (pêşmêjû, pêştarîx, prehîstorya) dîroka wê demê ye ku hê nivîsîn tine bû.
[biguherîne] Serdemên pêşdîrokî
Pêşdîrok dikare ji destpêka peydabûna dinyayê dest pê bike lê bi gelemperî pêşdîrok basa jiyana jîndaran, bi taybetî ya mirovan dike. Bo nimûne, hem dîroka dînozor û hem jî mirovên di şkeftan ve dijiyan pêşdîrok e.
[biguherîne] Peydakirina agahiyan
Ji ber ku li serdemên pêşdîrokê berhemên nivîskî tine bûn, agahiyên li ser pêşdîrokê bi rêya paleontolojiyê, stêrnasiyê, biyolojiyê, jeolojiyê, antropolojiyê, arkeolojiyê û zanistên siriştî dikare bêt wergirtin.