Mîrza Mihemmed
Ji Wîkîpediya
Mîrza Mihemmed yek ji lehengên navdarên çîrokên Kurdî ye. Mîrza Mihemmed kesayetiyeke pozîtîv e. Merd, wêrek, parvekar, biûjdan, têkoşer û bisebr e. Hin caran şerkar e, hin caran miroveke ji rêzê ye. Bi pirranî ji çînên bindest e. Bi hêsanî nebe jî di hemî çîrokan de biserdikeve.