Gurê Mango
Ji Wîkîpediya
Gurê Mango yan li hin devokan Gurê Manco yek ji elementên çîroka Kurdî û tirsandinê ye. Gurê Mango di tarî û demên awarte de derdikeve. Zarokan didize û bi xwe re dibe. Di hin versiyonên çîrokan de nadize lê dixwe. Li Kurdistanê hin caran ji bo zarokan bitirsînin jî tê bikaranîn. Gurê Mango bi derveyî gur e lê bi esasî dêv e. Di hin versiyonan de bi eslê xwe mirov e. ango miroveke pirr û pirr kûvî, bêûjdan, xwînrêj û barbar e.