Birca Eyfelê
Ji Wîkîpediya
Birca Eyfelê (Frensewî: La Tour Eiffel) a ji hesin di cîhanê de mîna sembola Parîsê tê naskirin. Navê xwe ji muhendîsê ku ew çêkiriye Alexandre Gustave Eiffel digre. Birca Eyfelê her sal ji aliyê nêzîkî 6 milyon tûrîstî ve tê ziyaretkirin. Birca Eyfelê di navbera salên 1887 û 1889'an de ji aliyê fîrmaya Gustave Eiffel ve, ji bona pîrozbahiya 100emîn salvegera Şoreşa Fransî hatiye çêkirin. Birca Eyfelê 300 metreyan bilind e. Heft salan carekê bi 60 ton boyaxî tê rengkirin. rengkirina Bircê ji aliyê 25 kesan ve tê kirin û 15 mehan dikşîne.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».