Zarok
Ji Wîkîpediya
Zaro bi awayekê gelek giştî ji dûnde anko têşikê mirovan ra dihêt gotin. Lê reng e bi ramaneka dî ji her mirovekî ra ko hêşta negehiştbit jîyê (temenê) gehiştinê anko balixbûnê bihêt gotin. Zaro di zimanê Kurdî da bi ramaneka dî jî dihêt bikaranîn: li beranberî peyva daybaban. Bi vê ramanê mirovên balix û gehiştî jî her zaroyên daybabên xwe dimînin.
[biguherîne] Pênaseya Qanûnî ya Zaroyan
Rêkkevtina Mafên Zaroyan wiha pênaseya zaroî dikit: “her mirovekê/a jîyê wî/ê ji 18 salan kêmtir bit, meger li goreyê qanûnê zelamînî berî hingî dest pêbikit, zaro ye”.
[biguherîne] Werar
Werara Zaroî xwîndin an sehkirina pêşdaçûn û mêkanîzmên eleqedar bi wê pêvajoyê ne ko zaroyek pêda diçit heta dibit zelamek. Zaropizişkî anko pediatrics tayekê pizişkîyê ye ko xemê ji saxlemî ya zaroan dixwerit. Kesên ko zaropizişkî sexbêrîya wan dikit ew in yên ko hêşta di malzarî ya dayka xwe da ne heta jîyê piştî sinêleyîyê (jîyên 0-20 salîyê).
Zaravên anko termên ko jibo qonaxên werara zaroyan dihên bikaranîn li xwarê hatine rêzkirin. Jîyên ko hatine diyarkirin tenê jîyên bi teqrîb in û sînorên dinavbera qonaxên cidacida da li goreyê kultur û deman dihêt guhartin.
- Vernîk anko sorîlank anko cenîn (bi Inglîzî fetus anko embryo).
- Bûn anko jidaykbûn:
- şîrxwer (jîyê 0-1.5 salî)
- nûzayî 28 rojên destpêka jiyanê piştî jidaykbînê.
- nûpêgirtî (jîyê 1.5-4 salî)
- Qonaxa dibistana destpêkî (jîyê 4-10 salî)
- Berîsinelyî (jîyê 10-12 salî)
- şîrxwer (jîyê 0-1.5 salî)
- Sinêleyî û gehiştin anko balixbûn (jîyê 13-18 salî)
- Gencî (jîyê 18-25 salî)
- Zelamînî (reng e ev qonax ji jîyê 18-20 salîyê destpê bikit)
- zelamîniya destpêk (jîyê 20-32 salî)
- navsalî (jîyê 33-54 salî)
- Pîrî (jîyê 55 salî û pêhel)
- Mirin (li her jîyekî mumkîn e)