Yekemîn Pûla Kurdî
Ji Wîkîpediya
Yekemîn Pûlê Kurdî berî 70 salan ji aliyê Hikûmeta Kurdistana Başûr (Hikûmeta Şêx Mehmûdê Berzencî) ve di meha Çiriya Pêşîn a sala 1923'an de hatiye derxistin û di warê mûamelên nava dewletê de wek pûlê malî (damga pûlû) hatiye bikaranîn. Li gor malûmatên Tariq Cambaz ku di rojnama El-Îttihad (organa navendî ya YNK, bi erebî û hefteyî, hejmar 29, 22-5-1993) de belav kirî 3 babet pûl li ser kaxizên rengîn derketine.
[biguherîne] Bûhayên Pûlan
- 1-Bûhaye pûlê bi rengê kesk 8 ane (nîv rûpî, yanî 32 qûruş)
- 2-Bûhaye pûlê bi rengê şîn 1 rûpî
- 3-Bûhaye Pûlê bi rengê mor qîmeta wî 3 rûpî
Li ser pûl "Hikumetî Kurdistan Cenûbî" hatiye nivisandin û di ortê de wêneyê du xencerên çapraz heye û di binî de jî "ane" hatiye nivisandin.
Çavkanî: Malpera Webkurd