Web - Amazon

We provide Linux to the World


We support WINRAR [What is this] - [Download .exe file(s) for Windows]

CLASSICISTRANIERI HOME PAGE - YOUTUBE CHANNEL
SITEMAP
Audiobooks by Valerio Di Stefano: Single Download - Complete Download [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Alphabetical Download  [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Download Instructions

Make a donation: IBAN: IT36M0708677020000000008016 - BIC/SWIFT:  ICRAITRRU60 - VALERIO DI STEFANO or
Privacy Policy Cookie Policy Terms and Conditions
Roja Nû (kovar) - Wîkîpediya

Roja Nû (kovar)

Ji Wîkîpediya

Hejmara pêşîn a Roja Nû
Mezin bike
Hejmara pêşîn a Roja Nû

Kovara Roja Nû di sala 1978an dest bi weşanê kir.

Di nav kovarên kurdî yên Kurdistana Bakur da ya here jîyandirêj Roja Nû ye. Roja Nû, di meha mijdarê, sala 1978an da wek organa Komela Karkerên Kurdistanê li Swêdê (KOMKAR-Swêd) dest bi weşanê kir. Di destpêkê da bi zimanên kurdî-tirkî, di forma rojneme da û mehê carekê derdiket. Naveroka wê derbarî kar û barê komelê, deng û basên welat û cîhanê û nivîsên li ser ziman û çanda kurdî bûn. Hîna di destpêkê da Roja Nû rûmeteke mezin da nivîsandina bi zimanê kurdî. Di salên 70-yî da, weşanên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Riya Azadî, Roja Welat û hin weşanên din li nav welêt zimanê kurdî bi kar dianîn û di nav gel da belav dikirin. Roja Nû jî li dervayî welat beşdarî prosesa pêşxistin û geşkirina zimanê kurdî yê nivîsandinê bû. Lê di destpêkê da hem nivîskar û hem jî xwendevanên kurdî kêm bûn. Wê wextê li tevaya Kurdistana Bakûr kesên ku bi kurdî dixwendin û dinivîsandin bi tilîyan dihatin jimartin. Hingê di nivîsandina tekstên kurdî da iairê mezin Cegerxwîn (ku hingê hatibû Swêdê), Prof. Qanatê Kurdo, Têmûrê Xelîl, Tosinê Reşîd û gelekên din alîkarîya Roja Nû kirin. Bi wextê ra jimara nivîskar û xwendevanên zimanê kurdî zêdetir bûn.

Di sala 1983an da Roja Nû forma xwe guherand bû kovareke edebî û çandî. Ji wê wextê heta niha kovar xwerû bi zimanê kurdî derdikeve. Her hejmar 800 an jî 1200 nusxe hatîye çapkirin. Îsal bi 1500 nusxeyî derdikeve. Kovar, bi 32-44 rûpelan û salê 4 hejmar derketiye, lê ji sala 1998an pêve salê seş hejmar derdikeve. Bergên wê her dem rengîn bûne, gelek wêne - nîgar tê da cî girtine.

Heta sala 1987an li Swêdê û paşê li Kolnê di çapxana arizî ya KOMKARê da hatiye çapkirin û tê çapkirin.


[biguherîne] Kesên ku di amadekirin û rêvebirina Roja Nû da kar kirine û tê da nivîsîne

Ji ber ku Roja Nû organa dezgehekî ye, keda gelek kesan di wê da heye. Heta sala 1996´an navê endamên redaksîyonê nedihatine dîyarkirin. Lê xasima destpêkê da keda Salîh înce, Henefî Celeblî û Haluk Öztürk mezin e. Haluk Öztürk 20 sal e her di nav karê derxistin û rêvebirina Roja Nû da ye. Wî bilî gelek nivîsên bê îmze, bi nasnavê Xalit Lezgîn û Azad Nûbar jî nivîsîye. Herweha Rohat Alakom, A. Gernas (Dilsoz, A. Bawer), M. Elî (B. Dersîm), Selîm Can û Evîndar Farqînî bi salan di derxistina kovarê da xwedî ked in.

Cegerxwîn, Qanatê Kurdo, Kemal Burkay, Prof. Zera Ûsiv, Akadêmîk Şekroyê Xudo, Ahmed Cengîz Çamlibel (Vazgal Bazîdî), Têmûrê Xelîl, Mecît Şêxo, Gundî (Sadiq Birîm), Newroz, Ehmed Şerîfî, Cankurd, Tosinê Reşîd, Nûra Cewarî, Munzur Çem, Husên Hebeş, A. Balî, B. Zinar, Sîpan, Salih Omerî, Beşîr Botanî, Marîna Ezîz, Sidqî Hirorî, Ehmed Tewfîq, Hemîd Kilicaslan, Serdar Roşan, Silêman Alî, Bûbê Eser,Fexredin Tahîr, Cemşîd Heyderî û gelek kesên din ji Roja Nû ra nivîsîne.

[biguherîne] Redaksiyona Kovarê

Xwedî: KOMKAR-Swêd

Redaktorê berpirsiyar: Haluk Öztürk

Redaksîyon: Haluk Öztürk Ahmet Cengîz Çamlibel Selim Can

[biguherîne] Girêdanên Derve

Malpera Kovara Roja Nû

Our "Network":

Project Gutenberg
https://gutenberg.classicistranieri.com

Encyclopaedia Britannica 1911
https://encyclopaediabritannica.classicistranieri.com

Librivox Audiobooks
https://librivox.classicistranieri.com

Linux Distributions
https://old.classicistranieri.com

Magnatune (MP3 Music)
https://magnatune.classicistranieri.com

Static Wikipedia (June 2008)
https://wikipedia.classicistranieri.com

Static Wikipedia (March 2008)
https://wikipedia2007.classicistranieri.com/mar2008/

Static Wikipedia (2007)
https://wikipedia2007.classicistranieri.com

Static Wikipedia (2006)
https://wikipedia2006.classicistranieri.com

Liber Liber
https://liberliber.classicistranieri.com

ZIM Files for Kiwix
https://zim.classicistranieri.com


Other Websites:

Bach - Goldberg Variations
https://www.goldbergvariations.org

Lazarillo de Tormes
https://www.lazarillodetormes.org

Madame Bovary
https://www.madamebovary.org

Il Fu Mattia Pascal
https://www.mattiapascal.it

The Voice in the Desert
https://www.thevoiceinthedesert.org

Confessione d'un amore fascista
https://www.amorefascista.it

Malinverno
https://www.malinverno.org

Debito formativo
https://www.debitoformativo.it

Adina Spire
https://www.adinaspire.com