Omer Dilsoz
Ji Wîkîpediya
Omer Dilsoz nivîskarê kurd e.
Dilsoz di sala 1978’ê de li gundê Gûzereşê ku girêdayî Çelêya Culemêrgê ye, çavên xwe li dinyayê vekirin. Li gund dest bi xwendinê kir. Piştre li Culemêrgê, di salên lîseyê de ket dû nêçîra peyvan û rahişte pênûsê. Êdî hevala wî ya herî dilsoz pênûs û razên wê ne.
Piştî valakirin û xirakirina gundan ji bêgaviyê ew jî li Culemêrgê akincî bû. Ji vir şûn ve êdî kesp û kopên jiyanê yên dijwar hişt ku Dilsoz bikeve nav deryaya wêjeyê. Êdî êşek di nava wî de hebû, ku bêwext vê êşê jan vedida. Dibû nalîn, dibû keser û bi dû re jî diherikî ser rûyê kaxezan. Ev axîn li ser hev kom bûn û bûn lot û gidîşeke janan êdî, ev jan jî di sala 2003’yan de bûne “Hêviyên Birîndar” û wekî roman ji weşanxaneya aramê derket.
Herweha di kovarên wekî Gula Tamara, Nûbihar, Tîgrîs, Vesta, Kulîlka Ciwan, rojnameya Azadiya Welat û malpera Nirxandin, Heyv, Rojev û hin malperan de pexşan, helbest û cerebeyên wî tên belavkirin.
[biguherîne] Berhem
- Hêviyên Birîndar [1] (roman, 2003) - Weşanên Aram
- "Bêhna Axê" 207 rûpel/ Weşanên Berçem