Mehmed Nas
Ji Wîkîpediya
Mehmed Nas Nivîskar û rojnamevaneke Kurd e.
Ew di sala 1975 an de li bakurê Kurdistanê bajarê Sêrtê hatiye dinê. Xwendin û nivîsandina xwe heya dibistana lisê li Sêrtê xwendiye. sala 1997 an de ji zanîngeha Enedolû ya beşa Têkiliyên gel an jî beşa civaknasî qedandiye. Mehmed Nas] sala 2001 de li ser navê şirketa MENAS ORGANİZASYON ltd şti li Sêrtê gelek konser û çalakiyên hunerî li dar xistiye. li nav van çalakiyên hunerî de Konsera Koma Azad, Koma Çiya, Nurettin Rençber, Onur Akın û gelek konserên din disa cara yekemin li Sêrtê ji bo seydayê Nemir Cegerxwin şeva bîranîn û helbestan li dar xistiye. dîsa cara yekemîn nivîskarên wek Mehmed Uzun û Cezmî Ersoz jî vexwendiye Sêrtê û roja imzeyan amade kiriye. Dîsa li nav van çalakiyan de hewl daye ku li Sêrtê pirtukên Kurdî werin firotin ji bo vê yekê jî demeke dirêj li seyrangeha Girê Keçikan de kampanyaya pirtukên Kurdî daye destpêkirin. Mehmed Nas 27 Sermaweza sala 2002 yan de li bajarê Sêrtê rojnama Sêrta Azad derxistiye. piştî weşana 10 an 4 Avrêla 2003 yan bi awayeke fermî di rojnama xwe de destura weşana Kurdî ji devleta dagirker wergirtiye. 15 Avrêla 2003 yan de rojname cara yekemîn li bakurê Kurdistanê de bi awayekî fermî dest bi weşanê Kurdî kiriye. mixabin ji ber hin pirsgirêkan piştî hejmara 25 an rojnama Sêrta Azad hatiye rawestandin. Mehmed Nas bi malpera Dengê Botan Sêrt de dîsa dest bi weşana Kurdî kiriye û berhemek wî ya bi navê Ax Dayê ya Kurteçîrokan heye. ji bilî Rojnama Sêrta Azad nivîsên Mehmed Nas di Rojnama Azadiya welat, Yeni Gündem, Evrensel, kovara Tîroj malpera amidakurd, rojava, lalishduhok û gelek malperên din de jî nivîsandiye. Mehmed Nas niha ji li ser axa welatê xwe li bajarê Sêrtê dijî.