Gülnaz Karataş (Bêrîtan)
Ji Wîkîpediya
Gulnaz Karataş (Beritan) (....-1992) gerilayeke PKK bû. Karataş di sala 1992an de, di dema dageriya yekem ya Başûr de ji bo nekeve destê hêzên kevneperest, dawî li jiyana xwe anî.
Halîl Uysal fîlmeke bi navê "Bêrîtan" ser jiyana Bêrîtan kişand.
Gerillaya ARGK Gulnaz Karataş (Beritan) di şerê li dijî artêşa tirk û hêzên kevneperest de, jiyana xwe ji dest da. Berîtan militanek ji Dersimê bû, di her dema jiyana xwe ya gerilla de, li dijî hemû xirabiyan, qetliyam û zora li ser Dersim û hemû Kurdistanê de, nûmûneyek isyanê bû. Beritan mantiqa PKK ya ku dibêje: kî şerbike xweşik dibe, heta dawiyê qebûl kiribû û di jiyana xwe de bi pêk dianî. Beritan di şerê Başûrê Kurdistanê de wek fermandarê tîmê cihê xwe girt. Beritan, di şerê Başûr de, heta gulleya xwe ya dawî şer kir û ji bo sax nekeve destê neyarên xwe, li ber çavên wan, bi awayek ku tu carî nayê ji bîr kirin, xwe di kendalekî de avêt. Ev helwest û çalakiya Berîtan tesîreke mezin him li ser Gelê Kurd him-jî li ser hêzên kevneperest kir.
Abdullah Öcalan Bêrîtanê wekî mînak nîşan da û got: "Ev Jeanne d'Arc a me ye."