Ferhadê Içmo
Ji Wîkîpediya
Helbestvanê Ferhadê Içmo di sala 1960 î de li bajarê Qamişlo hatiye dinyayê. Li dibistanên bajarê Qamişlo xwendina xwe bi dûmahî aniye. Di sala 1984 an de bawernameya Bakaloryos di endazyariya şaristaniyê de ji zankoya Helebê wergirtiye. Berî helbestê dil ketiye mûzîkê û di sala 1970 de dest bi lêdana tembûr û gîtar û cumbiþê kiriye, lê di 29.07.1978 an de helbesta xwe ya pêşî bi navê Ey Zeman daniye. Di piraniyên kovar û rojnameyên kurdî de helbestên xwe weşandine û nêzîka çil helbestên wî bi dengê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo Adil Hiznî, Selahê Osê, Ismaîl Cuma, Gulistana Sobarî û Şeyda bûne sitiran.
[biguherîne] Berhem
- Lêmişta Zozan 1988
- Pişti Çi 1995
- Evîna te 1998
- Landik I Helbestên zarokan. 1998
- Pelên Sipî 2000
- Landik II