Celaleddîn Rûmî
Ji Wîkîpediya
Celal al-Dîn Rûmî di 30.09.1207an de li Balxê ji dayik bûye. Rûmî yek ji hersê helbestvanên sofî yên mezin (Senaî, Attar, Rûmî) e. Malbata wî bi malbata mîrê Xarizmê mnirovântî danî bû. Hî di temenekî bicûk de Rûmî bi bavê xwe re li dinyayê geriyaye û çûye Bexda, Mekih û Şamê. Tê gotin ku di van geran de wî se salî (di sala 1210an de) Attarê kal dîtiye û wî jî bo Rûmî gotiye ku ew dê bibe mirovekî gelekî bi nav û deng û mezin. Dîsa tê gotin ku wî berhemeke xwe diyariyî Rûmî kiriye. Bavê Rûmî sala 1227an li Qonyaya Anedolê niştecî dibe. Sitanê Selçûqiyan abvê wî kire profesor, piştî mirina bavê xwe di sala 1230an de Rûmî cîhê wî girt û heta mirina xwe di 17.12.1273an de li Qonyayê jiya. Berhema wî ya here bi nav û den mesnewiya wî ye.