Zakaria
Ji Wîkîpediya
Zakaria (Zakaria Abdulla) stranbêjekî kurd e.
[biguherîne] Kurtejiyan
Zekeriya Ebdulla li Hewlêrê li Kurdistanê hatiye dinê, di zaroktiya xwe de piraniya dem û heza xwe bi mûzîkê re derbas kiriye. Ew di malbatekê de mezin bû ku mûzîk wek hogira herî xwe ya mezin qebûl dikir.
Di sala 1993ê de koçbarî Swêdê bû û dest bi karê mûzîkê kir, her li wir bi stranbêjîn navdêrên kurd re dest bi jenîna Kîborê kir. Di sala 1998ê de yekemîn albuma xwe "Tu Hatî" weşand û ev albuma wî bû pira wî ya ku jê ve derbasî cîhana mûzîkê bû û karibû navê xwe li wir bide bihîstin.
Sala 1999ê albuma xwe ya bi navê "Bigerrêwe" weşand, piştire karên xwe pêşvetir birin û bi riya weşandina albuma "Dayê" di sala 2001ê de bêtirî milyoneka alîgirên kurd li xwe civandin. Piştî vê yekê jî berdewam pêşve çûye, bi awakî ku her dema bixwaze dikare pir alîgiran li dorên xwe bicivîne.
Sala 2002ê albuma xwe ya silverî ya bi navê "Rojgar" weşand û bala hemû alîgirên mûzîka Kurdistanê kişande ser xwe. Heta niha jî 1.5 milyon kopiyên vê albumê hatine çapkirin û li Kurdistanê bûye albuya wî ya silverî. Bi riya vê albumê pir alîgirên wî li Kurdistanê çê bûn. Di vê albumê de 14 stran hene, herweha jî gelek stranên xwe kirine vîdeo klîp û li kanalên kurdî têne weşandin û tenê ji stêrikeka hunerî jî mezintir û rêzdartir bûye.
Baweriya Zekeriya tenê bi stêrikbûyinê nehatiye û albuma "Tîlînaz" jî di sala 2004ê de weşand ku bû albuma zêrîna Zekeriya û li Kurdistanê sê milyon kopiyên wê hatine çapkirin. Pir alîgirên Zekeriya yên ciwan hene, lê belê alîgirên mûzîka wî di nava hemû temenan de jî hene.
Niha Zekeriya karé albuma xweya nu timam dikat li Tirkiye ku ji 12 (Dwazde) track/stran péktét. Wé berhhema nu bi astaka proffesional tomar diken dako muzika Zekeriya bibe cıhani.
[biguherîne] Berhemên Wî
Tu Hatî (1998)
- 01. Tu Hatî
- 02. Xanme
- 03. Amine
- 04. Nemzani
- 05. Were Lam
- 06. Laye Laye
- 07. Lanek
Bigerewe (1999)
- 01. Bigerewe
- 02. Serchopi
- 03. Kiji Hawlery
- 04. Chende Cwani
- 05. Xeletanit em dile
- 06. Emane
- 07. Wele te nagirim
- 08. Nazanm Chon Xoshimwisti
- 09. Hawari Dildar
Dayê (2001)
- 01. Dayê
- 02. Baw Baw
- 03. Rebwar
- 04. Aziz Wanabe
- 05. Agir ketiye dilê min
- 06. Nazê
- 07. Guli genim
- 08. Gulfiroş
- 09. Her Yadit mawe
- 10. Ha gulê
- 11. Bo çi Hatî
- 12. Durî tu
Rojgar (2002)
- 01. Rojgar
- 02. Netbinm
- 03. Bochi
- 04. Dilana
- 05. Helperke
- 06. Beserhati
- 07. Suham
- 08. Yaran
- 09. Gullalla
- 10. Tu naza neke
- 11. Werewe
- 12. Gulle
- 13. Sallana
- 14. Takey
Tilînaz (2004)
- 01. Bo Peshimani
- 02. Telînaz
- 03. Jiyan bé tu
- 04. Shahjina Rojhilaté
- 05. Le dudlit wazbéna
- 06. Were Esmer
- 07. Chun wanabe
- 08. Warê min
- 09. Tum nawe
- 10. Meily wilat
- 11. Were Saqi
- 12. Agiri Ishq
- 13. Were Semaye
- 14. Shvané garé
- 15. Sergerdani