Vatslav Havil
Ji Wîkîpediya
Vatsla Havil (Václav Havel) nivîskar û şanonamenivîsê Çêk, li roja 5'ê Çirîya Pêşîn a sala 1936'ê li Pragê hatîye dinyayê. Ew dawîn serkomarê Komara Çêkoslovakîyayê û serkomarê herî pêşîn yê Komara Çêkyayê bû.
[biguherîne] Jînenîgar
[biguherîne] Desptêka Jîyanê
Vatslav Havil di malbateka navdar da mezin bû ko ji nêzîk ve girêdayî bûyerên kultûrî û sîyasî yên Çêkoslovakîyayê di navbera salên 1920'an û 1940'an da bû. Ji ber van girêdanên bi sîyasetê ra, komonîstan nehêla ko li 1951'ê nehêla ew bi awayekê fermî xwîndina xwe bidomînit. Li destpêka salên 195'an wî wekî harîkarê ezmûngeheka (laoreka) kîmyayî kar dikir û êvaran jî xwîndina xwe berdewam dikir. Wî li 1954'ê xwîndina navendî imamkir. Ji ber sedemên sîyasî nehêlan ew xwîndina xwe ya piştî navendîyê li warên mirovantîyê bidomînit. lewma ew neçar ma ko bêdilê xwe li Zankoma (kolîja) Aborîyê li Zanîngeha Yeknîkî ya Çêkyayê bixwînit. Piştî du salan, xwîndina xwe hêla.
Kevneşopa kultûrî a malbata wî karekê weha li wî kir ko li pey bihayên kultûrî yên Çêkîyayê ko li wan salan dihatin bin-pêkirin biçit. Piştî xizmeta leşkirî li salên 1957-59'ê, wî wekî karkerekê depa şanoyê li Pragê kar kir û bi rêya nameyan li Zankoma Şanoyê li Akademya ya Hunerên Bicihkirinê li Pragê xwîndina xwe di warê dramayê dûmand. Jib o caran pêşîn şanoyeka wî bi navê Mehvanîya li Bexçeyî li sala 1963'ê hat nîşa dan. Piştî depesrkirina sala 1968'ê ko bi anvê Bihara Pragê hatîye niyasîn, nehêlan ko ew şanoyan çê bikit, lewma bi awayekê çelengtir hundirî sîyasetê bû. Ev bi belavkirina manîfêsto a Beyana 77'ê gehişt kopîtkan. Ev manîfesto piçekê bersiva girtina endamên banda Xelkê Plastîkî yê Cîhanê bû. Jiber çelengîyên sîyasî ew çend carekan dikevit zîndanê, cara ji hemîyan dirêjtir 4 sal bûn. Hertim jî ew li bin çavan dihat girtin. Piştî dirêjtirîn heyama xwe a zîndanê, wî şanoya Largo Desalato nivîsî ko behsa nivîsakrekî dikit ko ditirsit dubare bihêt zîndanîkirin. Ew jibo gotarên xwe jî binavûdeng bû, nemaze jibo anînezimana jîrane û zelala “piştî-totalîteryanîzm”ê (binihêre Hêza Bêhêzan, zaraveyek ko jibo wesfandina rewşa civakî û sîyasî ya nûdem dikit ko çawa karekê weha dikit xelk bikarin “di direwekê da bijîn”. Wekî alîgirekê berxwedana bêtund-û-tîjî, ew bû yek ji kesatîyên serkêş di Şoreşa Mexmelîn a sala 1989'ê.
[biguherîne] Serkomarî
Li roja 29'ê Befirbara Pêşîna sala 1989'ê, ew wekî rêberê Minbera Bajêrwar (Civic Forum, bi tevaya dengan ji alîyê Civata Federal bo serkomarîyê hat hilbijartin.
Piştî hilbijartin ên azadên sala 1990'ê, ew her wekî serkomar mave. Bi ser pest û givaşên xurt ra, Vatslavî her pişta maneveya federasyona Çêkoslovakîyayê ko ji Çêkîyayê û Slovakê pêkdihat digirt. Ew dewran bi navê Jiberhevhilweşyana Çêkoslovakîyayê dihêt niyasîn. Li roja 3'ê Xêveya (HIzîrana) 1992'ê, dema ew berbijarê yekane yê serkomarîyê bû, parlemana federal deng neda wî. Sedema vê piştgirînekirina endamperlemanên Slovak li wî bû. Dema Slovakan Serxwebûna xwe ragihandî, wî li roja 20'ê Xêveyê xwe ji serkomarîyê vekêşa. Piştî damezrandina Komara Çêkîyayê, ew li roja 26'ê Befirbara Paşîna sala 1993'ê wekî berbijarekê serkomarîyê hat nav hilbijartinan û biserkevt.
Li Befirbara Pêşîna 1996'ê hat zanîn ko tûşî nesaxîya şêrpenceya sihan bûye. Brînkarîya sihên wî li nexweşxaneya Zanîngeha Innsbruck ê serkevt. Nesaxîya wî du salan piştra dîsa vegerîya.
Kêmtir ji salekê piştî mirina jina xwe Olegayê, ko di nav xelkî da gelek hezkirî bû, ew bi aktera navdar Dagmar Veşkmovayê ra zewicî.
Vatsal jibo cara duyê, li sala 1998'ê, wekî serkomarê Çêkîyayê hat hilbijartin. Wî li 2'ê Reşemeha 2003'ê dest ji serkomarîyê berdan, dema hevrikê wî yê herî mezin, Vatslav Klaws (Vaclav Klaus) di hilbijartinan da serkevtin destveanî.