Tilbisim
Ji Wîkîpediya
Tilbisim gundekî li Dêrikê ye.
Tilbisim 3 kîlomerteyan li binya Dêrikê, li ser rêya Mêrdînê ye û ji 180 malî pêk tê. Bi Tirkî, jê re "Tepebağ/Tepebax tê xwendin" tê gotin. Gund li dora girê keleyê ava bûye. Li ser vî girî di meydanek bi qasî 300-400 M2 de xirbeyê kelaya hundir heye. Ji şiklê çêkirina vê keleyê tê fahm kirin ku ew ji aliyê Bîzansiyan ve hatiye çêkirin.
Bedena bajêr jî ji alîyê başûr ve digihêje Çemê Zuha, ji alîyê rojava jî digihêje Girê Çalan, ji alîyê bakur digihêje baxçeyên Xabê û di alîyê rojhilat jî Qesra Nebî di nav sînorên wê de dimîne û digihêje Çemê Zuha. Dirêjbûna bedenê nêzîkî 2000 metre ye û bajarê Tilbisim yê kevin di hundirê vê bedenê de ye. Ava Bajêr û Keleyê ya vexwarinê, zifistanî ji ava Xabê û havînî jî ji sarîncan dihate sitendin.
Ji xirbeyên Taxa Hecîyan tê fahm kirin ku başûrê bajêr bi temamî ji serayan pêk dihat. Di hinek xanîyan de mozaikên rengîn yên Bizansîyan heta vê dewrê jî mane. Beden û xirbeyên bajêr niha bi tevayî wenda bûne.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».