Tahe
Ji Wîkîpediya
Tahe sûreyek ji Quran a Pîroz e. Sûreya Ta Ha li bajarê Mekkê hatiye danîn. Bi temamî 135 ayete. Sûre navê xwe ji herdu tîpên erebî bi navên Ta û Ha yên ayeta yekemin girtiye. Sûre qala rastîya ola Xwedê dike. Ew ola ku Xwedê yê dilovan bi rêya pêxamberan ji mirovan ra nişan daye. Dûra di sûreyê da Xwedê xema Hz. Mihemmed Pêxamber direvîne û jê ra serkeftin tê mizgin kirin.