Tîrêjpîv
Ji Wîkîpediya
Tîrêjpîv amîrek e ji bo pîvana sirêma tîrêjê an hêzê di tîrêjderî ya karevayî-asinrevayî (elektromagnetîk) da. Herçind e ko ev zarav zêdetir ji bo wan amîran bikar dihêt ko tîrêjderî ya jêrsor dipîvin, lê ew dibit ko ji bo hemî amîran bikar bihêt ko tîrêjên şebenga karevayîasinrevayî diyar dikin.
Hestkera tîrêjê di tîrêjpîvan da piranîya caran tîpîvek (bolometer) e ko tîrêja ko dikevit ser xwe vedimêjit û bi vî awayî germapileya wê bilind dibit û ev germapile jî bi coreyek ji coreyên germapîvan dihêt hesibandin. Ev zêdebûna germapileyê dikarit nîşana hêza nav tîrêja vemêhtî bit.
Yek ji mînakên herî pêşîn yên vebînikên tîrêja jêrsorî î tîrêja dîtinî (ruhnahî) tîrêjpîva Crookesî bû.
Tîrêjpîva hûrpêlan tîrêjên di tuxîbên hûrpêlan ji şebenga karevayîasinrevayî da dipîvit.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».