Sersaf
Ji Wîkîpediya
Sersaf ( tr: Kanarlar), yek ji gundên herî xweşik ê Wêranşara Rihayê ye. Nêzîkî 13 mal di vî gundî de hene û derdora 120 kesî di vî gundî de dijîn. Gundê Sersafê 2-3 kîlometre dûrî Wêranşarê ye û di navbera gund û bajêr re çem derbas dibe. Gund di destê malbata Ehmedê Biryem de ye (Kanarlar),û di gund de tenê 7 bira, 3 pismam û zarokên wan dijîn. Erdê vî gundî nêzîkî 4000-4500 donim in û debara xwe bi çandina pembo, nîsk, genim, ceh û hwd. dikin. Li Bakur û rojhilatê Sersafê Wêranşar, û li bakur-rojava Duolî, li Başûr Hufdemal li Başûr-rojava û rojava Dêlwêrîn hene.