Selanik
Ji Wîkîpediya
Selanik, an Thessaloniki, Thessalonica (bi Yewnanî Θεσσαλονίκη, bi Tirkî Selânik), bajêrê mezin yê duyê û paytextê devera Makedonya ya Yewnanê e. Ji Selanikê ra dibêjin 'symprotevousa' anko tevpaytext, ji ber dîroka dirêja wê û giringî ya stratejik û aborî ye wê. Bi awayekê gelek fermîtir ji Selanikê ra dibêjin Paytextê Karûbarên Kultûrî. Selanikê 13 şehredarî hene, û li goreyê serjimêra 2001'ê, hijmara akincîyên wê 809,457 kes in. Selnik bajêrekê bibizav û jîntijî yê Yewnanê û yek ji pêvendgeh (hub)ên rojhilata Ewrûpayê e. Du zanîngeh li vî bajêrî hene û hijmareka mezin ji akincîyên bajêrî xwîndinkarên zanîngehan in. Gelek kar û şûnwarên nijyarvanî (arkitekt) a Bîzantî û Osmanî yên dîrokî li vî bajêrî hene.
Mistefa Kemal Ataturk li Selanikê hat ser dinyayê.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Dîrok
[biguherîne] Çaxê Yewnanî anko Helênî
Li sala 315'ê berî bûna Îsayî, bi destê Kasanderê şayê Makedonê li ser cihê bajêrê kevnê Termayê û gundên derdora wê hat avakirin. Wî navê bajêrî ji ber navê jina xwe (Tesalonik a kîja Eskenderê Makedonî) kir Selanik. Eskenderê Mezin jî navê kîja (keça) xwe ji ber serkevtina xwe bi ser gelê Tesalînî hilbijart bû. Ev bajêr gelek zû mezin bû û mîna hemî bajêrên dî yên Makedonî yên wî çaxî perlenana xwe û nîv-xwe-serîyek hebû.
[biguherîne] Çaxê Romanî
Piştî herifyana Emperatorîya Makedonê li sala 168'ê berî bûna Îsayî, Selanik kevt bin destê Komara Romê.
[biguherîne] Çaxê Bîzantî
Dema Emperatorîya Romê dabêşî du parên rojavayî û rojhilatî bû, Selanik kevt bin destê Emperatorîya Romê a Rojhilatî anko Bîzansê.
[biguherîne] Çaxê Osmanîyan
Dema Emperatorîya Bîzansê nikarebû Selanikê ji êrîşên Osmanîyan biparêzit, bajêr firot Vênîzîyan. Venîzî jî li beranberî Osmanîyan şkestin û Selanik piştî 3 rojên dorgirtinê li 29'ê Adara 1430'ê kevt bin dstê Sultan Muradê Duyê.
[biguherîne] Çaxê Nû
Li roja 26'ê Çirîya Pêşîna sala 1912'ê, piştî şerê Balkanê yê Yekê ji destê Osmanîyan rizgar bû û gehişt Yewnanê.