Sîdar Jîr
Ji Wîkîpediya
Sîdar Jîr, di sala 1980 de li Şemrex (Mazidag)a Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 2004'an de li Zanîngeha Dîcleyê, Fakulteya Perwerdehiye kuta kiriye. Çîrok û gotarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de belav bûne. Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de Kulîlka Ciwan derxist û edîtoriya wê kir. Di destpêka Kovara W' yê de wekî edîtor di nava komek nivîskarên kurd de cih girt. Di sala 2004'an de çîrokên wî wekî berhema wî ya yekem bi navê Ariya Giyanên Stewr hatiye weşandin. Pirtûkeke wî ya ji çîrokên zarokan pêk tê jî li ber çapê ye. Her wiha Sîdar Jîr ji zimanê îngilîzî gelek çîrok li zimanê kurdî wergerandiye. Ji çîrokên çîroknûsê amerîkî yê gewre O Henry çîrokên bijarte li kurdî wergerandiye û her wiha 'Antolojiya Çîrokên Amerîka' jî li kurdî wergerandiye û ev her du berhem jî bo çapê amade ne. Her wisa ji tirkî çîrokên Cezmî Ersoz ên bijartê bi navê Bi Kurdî hezkirinekê bidî min li kurdî wergerandiye.
Niha edîtoriya Kovara Şemamok'ê dike û li Amedê dijî.