Rêxistina Efûyê ya Navneteweyê
Ji Wîkîpediya
Rêkxistina Efûyê ya Navneteweyî an ji amnesty international (ai), tevgerek e ku ji bo mafên mirovan li her derê cîhanê kampanyayan dide meşandin. Ji hemû hikumetan, ji hemû bîrdozîyên sîyasî û berjewendiyên aborî û olan, serbixwe ye. Xebatên wê girêdayî lêkolînên terwende û standartên civaka navneteweyî ye. Rêkxistin li hember hedîseyên binpêkirina mafên mirovan, aktivîstên xwe yên dilxwaz yên li her derê cîhanê dixe tevgerê.