Lokman Polat
Ji Wîkîpediya
Lokman Polat nivîskarekî kurd e.
Polat di sala 1956'an de li navçeya Licê ya Amedê hatiye dinê. Ew çend caran hatiye girtin û berdan. Di encamê de bêyî ku li dadgehê amade be, deh sal û nîv ceza xwar. Wî beriya sala salên 1980'yî li welêt belavokên siyasî û nûçeyên siyasî dinivîsand. Di sala 1984'an de li Swêdê bi cih bû. Li Swêdê dest bi nivîsandina kurteçîrokan kir. Gelek kurteçîrokên wî di rojname û kovarên cihê yên kurdan de hatin weşandin.
Heta niha 14 pirtûkên wî derketine. Ji wan çar heb bi tirkî, neh jî bi kurdî ne. Ji pirtûkên wî yên kurdî sê roman û heft kurteçîrok in. Pirtûka Wî ya Efsaneya Şahmaran lêkolînek li ser efsaneyeke kurdî ye ku faris û tirk wekî efsaneyeke xwe lê xwedî derdikevin. Lokman Polat ji bo zarokan jî 4 pirtûk wergerandine kurdî û kovarek bi navê Helwest weşandiye.
Lokman Polat di destpêka damezrandina Komela Nivîskarên Kurd de cih girtiye û endametiya wî ya komelê hîn jî didome. Ew endamê PENa Navnetewî û endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye.
[biguherîne] Berhem
- Bayê Azadiyê (kurteçîrrok)
- Efsaneya Şahmaran
- Kewa Marî (Roman, Weşanên Helwest, 1999, 272 p.)
- Fîlozof (Roman, Weşanên Helwest, 2002, 163 p.)
- Rojnamevan (Roman, Weşanên Pêrî, 2002, 109 p.)
- Robîn (2004, Stembol)