Keban
Ji Wîkîpediya
Keban yek ji navçeyên Mezrayê ye. Rûber 543km², bilindahî ji rûyê deryayê 780m ye. Hejmara niştecihên navendê (sala 2000´î) 6.577 û bi tevî gundan jî 9.210 e. 30 gund girêdayî Kebanê ne. Gelê herêmê, ji xeynî karmendên dûgela Tirk, hemî ji Kurdan pêk tê. Keban li ber Çemê Bazirganê ye. Li rojavayê Mezrayê dikeve. Erdê navçeyê çiyayî ye û daristan nemane. Aboriya gel li ser çandinî, xwedîkirina ajalan e. Karê masîgeriyê û mozhinguviyê jî heye.