Jîr Dilovan
Ji Wîkîpediya
Jîr Dilovan nivîskar û wergêrekî kurd e.
Sala 1956an li Gundê Hêştireka Midyadê hatiye cîhanê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn li Midyadê û dibistana mamostetiyê jî li Kirşehir bajarê Tirkiyeyê, sala 1975an qedandiye. Dû re jî xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Anatolya ya Eskîşehirê kuta kiriye. Di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û helbestên wî hatine weşandin. (Welat, Welatê me, Rewşen, Jiyana Rewşen, Nûdem, Huner, Amara, Kovara W) Di kovarên Huner û Amara de di desteya weşanê de cîh girtiye. Leyîstika wî ya bi navê Qolinc (15 beş) û gelek skeçên wî di Med Tv de hatine weşandin. Di Televizyona Mezopotamya de, di bernameya Rojbaş Kurdistan de, dersên zimanê Kurdî dane û demekê bernameya "Destpêka Rojê" amade û pêşkêş kiriye. Di Radyoya Dengê Mezopotamya de, du bernameyên wêjeyî yên bi navê "Ji Kaniya Wêjeyê" û "Şana Helbestê" amade û pêşkêş dike. Niha li Almanya bajarê Bochum dijî.
[biguherîne] Berhem
- Zenga Zêrîn – roman , weşanên Mezopotamya 2003
- Ji Biçûkan re Çîrok Ji Mezinan re Dîrok - Helbestên Fabl, weşanên Şaredariya Sûr a Amedê 2006
Qolinc -Senaryo- fîlm DVD 1-2-3
[biguherîne] Wergêr
- Arî Mezin -[Kurdên Elewî Di Dorpêça Agir de] Weşanên Eylem, 2001
- Abdullah Öcalan: Ji dewleta rahib a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Cild-I (2003)
- Abdullah Öcalan: Ji dewleta rahib a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Cild-II (2003)
[biguherîne] Berhemên li ber çape
- Bi Pirs û Bersivan Dîroka Kurd û Kurdistan
- Banga Zêrîn - roman