Half-Life
Ji Wîkîpediya
Half-Life lîskeke komputerê ye, ku ji Valve Software ve hate pêşdebirin û ji Sierra Studios ve hate derxistin. Ev lîstik ku li 19ê mijdara 1998 derketîye, bi versîyoneke pir guhertî ya motora Quake dixebite. Ji dema derketina wî pêde, 8 mîlyon bêtir kopîyên Half-Life hatine firotin. Wirde ev di dîrokê de first-person shooter a herî firotî ye. Lîstik jî ji PlayStation 2 re li 15ê mijdara 2001 hate derxistin.
Di Half-Life'ê de, lîstikvan rola Dr. Gordon Freeman dileyîzin. Ew fîzîkzanekî teorîyê (theoretical physicist) ye, û di destpêka lîstikê de divê ew ji karxaneke derkeve, ku ji alîen û leşker ve hatîye dagerkirin. Ev lîstik bû yê herî pêşîn ku têde çîrokeke zîndî hebû, bê ku sînematîk tên bikaranîn. Half-Life 50 bêtir xelatên 'Lîstika Salê' birin, û ji PC Gamer ve 'Lîstika PC ya herî baş di dîrokê de' jê re li mijdara 1999, cotmeha 2001 û nîsana 2005 hate gotin.
Di salên paşê derketina wê de, Half-Life bandurî pêşdebirina lîstikên first-person shooter pir kirîye, û jê re dayim tê gotin ku di curê xwe de ev lîstik mîna şoreşekê bûye.
Serfirazîya Half-Life ji boy salan domand bi lîstikên mîna 'Half-Life: Opposing Force', 'Half-Life: Blue Shift', û modên mîna 'Counter-Strike', 'Team Fortress Classic', 'Deathmatch Classic', 'Ricochet' û 'Day of Defeat', û bi doma wî 'Half-Life 2' jî. Ji Half-Life û dom û lîstikên pê ve girêdayî, mîna Counter-Strike an Day of Defeat, bi temamî 15 mîlyon bêtir lîstik hatine firotin.