Gaim
Ji Wîkîpediya
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] GAIM
Gaim bernameyeke ji bo chat (çet)ê ye. Gaim gelek protokolên wekî AIM, ICQ (Oscar protocol), MSN Messenger, Yahoo!, IRC, Jabber, Gadu-Gadu, SILC, GroupWise Messenger û Zephyr networks nas dike. Gaim ji bo Linux, BSD, MacOS X û Microsoft Windowsê heye.
Gaim nivîsbariyeke azad e. Gaim projeyek ji projeyên atktîftirîn ê SourceForge e.
Gaim ji hêla Koma PCKurd ve li kurdî hatiye wergerandin.
[biguherîne] Daxistin û Sazkirina Gaimê
[biguherîne] Daxistin û Sazkirina Gaimê ji bo Windowsê
Daxistin
- Daxistina GAIM: http://sourceforge.net/project/showfiles.php?group_id=235 (.exe)
Sazkirin bi kurdî bû, lê niha Gaim bi zimanekî din dixebite
Ji ber ku di Windowsê de koda "kurdî" tune, divê tu bi destê xwe zimanê Gaimê mîheng bikî. Ji bo vê Taybetmendiyên pergalê (sistem özellikleri, system properties, Systemeigenschaften) veke. Li vê derê "pêşkeftî" (gelismis, advanced, erweitert) hilbijêre. Li jêr (degişkenler, environment variables, Umgebungsvarialben) heye. Li vê derê
GAIMLANG
zêde bike, nirxa GAIMLANG jî bila
ku
be. Niha Gaim bi kurdî xeber dide.
[biguherîne] Daxistin û Sazkirina Gaimê ji bo Ubuntu Linuxê
- GAIM 2.0.0 beta 3 ji bo Ubuntu: http://www.dissociatedpress.net/?p=152
Daxe û di termînalê de
sudo dpkg -i gaim*
binivîse û "enter" bitikîne. Niha Gaim bi kurdî xeber dide.