Dr. Yasîn Dêrikî
Ji Wîkîpediya
Agahdarî: Formata vê rûpelê hê ne baş e. Divê were xeyrandin. Tu dikarî vê gotarê biguherîne. |
Dr. Yasîn Dêrikî nivîskarekî kurd e.
Dêrikî li 04.12.1974 li gundê Kassanê ser bi Bajarê Dêrikê ve li Sûrîya hatîye li ser dûnyayê.
• Xwendina xwe ya destpêkî li gund bi dawî anîye. • Xwendina xwe ya Amadeyî û Navencî li Dêrikê bi dawî anîye û xwedî sê Bawername yên Bekalorîya ye li salên.1991.1992.1993.
• Derçûyê Kûlîja Nûjdarî (PîziŞkî) ye li Zanko ya(Zanîngeha) Duhokê li Kurdistana baŞûr li sala 1999/2000.
• Hilgrê Bawernama Bakalurîûs bi Nûjdarîyê û NeŞtirgerîya giŞtî (MBCHB).
• Endamê Sendîka PizîŞkên Kurdistanê li 2001
• Nûjdar li Xestexana AZADÎ li Duhokê.
• Li sala 1993 derbazî Kurdistana baŞûr boye bo xwendinê piŞtî cihek wergirtî bo xwendina Nûjdarîyê li Zanîngeha Duhokê bi pesendkirna PDK.
Jîyana Rewşinbîrî
1. Yekem Helbest nivîsîye di sala 1992 de
2. Nivîsîna çendîn gutar û helbest di Kovar û Rojnameyên Kurdî û Arabî de jiwan, Xebat, Metîn, Birayetî, Gazî, Peyman, Gulana Kurdî, Gulana Arabî, Ronak, Nûjdar, Xebata Qûtabîyan,Dengê Zanko,Alhuda,Alîtîjah Alaxir, Teþrîn, Azadîya welat,
3. belav kirna çendîn Helbasta di malperên kurdî da li ser Înternitê ji wan Tirbespî,Efrîn, Avestakurd, Mehname, Agirî, û Heyîv.
4. Berpirs û Amadekarê Belavoka ya Saxlemî û rewŞinbîrîya giŞtî li Kûlîja Nûjdarî li Zanko ya Dohukê 4 Jimare bi 12lapera derçûn.
5. Berpirs û Amadekarê Belavoka li Fîstevalên Zankoya Dohukê 2Jimare bi 32lapera derçûn.
6. Amadekar di belavoka Dengê Zanko de.
7. Amadekirin û belavkirna Pertukên Şehîd Azad Dêrikî -Bajarên Kurda bi zimanê arabî -Çerxên berî dîrokê di welatê dinavbera herdû avan de bi zimanê arabî.
8. Pertukên wî yên liber dest (destnivîs).
* Hemesat ala atabat-lî-AZAD DÊRIKÎ Helbest bi zimanê arabî.
* Dilber û Dilbixwîn Helbest bi kurdî.
* Jîyana min di Kurdistana BaŞûr da çar pertukên bi qewarê biçûk.
Jîyana Qutabîyan
Jîyana Xerîbî û Dûrîyê
Jîyana Sîyasî û Çalakî
Serbor û Serpêhatî di Jîyana min de
* Di rêka min de bo Almanîya.
9. Endamê yedek di hevbendîya KAWA ya rewŞinbîrîya kurdî de li kurdistana baŞûr
• Li 27.12.2003 digel Kiçeka Kurd bi navê Leyla biryar dan ko Jîna xwe digel hev bidûmînin
• Di gulana 2003 besdarî kirye di kongirê Komela PizîŞkên Kurd li Almanîya de weko Endam herwiha li kongri Berlini ji li meha Tebaxa 2005.
• Wergirtina cihekî di Peymangeha (MIBEG) de li Almanîya piŞtî bawername wî hatî te’adîl kirin.
ni - Niha Nûjdar li Xestexana Elisabeth Krankenhaus li bajarê KASSEL li Almanîya
• BeŞdarî di çendîn Semînarên pîziŞkî li Almanîya weko xwe amadekirin bo karkirnê weko Nujdar li xestexanên Almanî
• Niha li Almanîya dimîne biŞtî destên gemar xwestin jiyana wî tarî bikin
== Hizrên te yên berbelav ==
Îro berî bibe sibeh ezê duşeka xemên xwe li ser serbanê te raêxim û bi çar davên pirça te ezê pulên singa xwe pêve girêdim û ji nû ezê rêkeka dî yan planeka rizî darêjim dako hizrên minên xirab di şerê Cîhanî yê sê yê de digel te bi serbikeve, û wê duşeka min raêxistî careka dî kesekê dî bikar ne înê,
Ez bihn teng dibim wekî Şêrekê kelepçekirî, wekî Murîyekî li ser xîzê birêve diçê jiber vê yekê min dixwest ko tu xwe dûr bikê ji Mîrî,ji tevnên ji nû hatîn ristin û berê xwe bidê singa min dema te MÊJA sibehê li ser dikir bi derketina Rojê re
Zor caran dinav nexşên singa te de ez digeram bo hinek rêka rastî têre bibore,dilovanî têda cih bigre,evînî ne mêvanek hestî giran be.
Hare,Xweşe,Germe,wekî pizotek agire banga wê ya Bijî evîna gerim bilind dibe hingî gerim dibe
û ez winda dibim ,dihelim,hingî bero nava wê diçim bihêle bi şûn xweve hemî hizrên minên rizî û yên te yên berbelav û laşê xwe derman neke bi merheman,dako cihê maça xwena me bimînê nîşan û kul bitenê dîsan ezim yê germatîya te divemrînim nav û nîşana liser laşê te tomar dikim û pêla hesta evîna te di çemînim
û pirt pirt davên serhişkîya te vedikim
ew serhişkatîya îro mayî bê dest bê xwest nebêje Xatuna min Şevê dî dayîka min niviştîyek çêkirye,ayetek xwendî ye,yasînek kirye xêr,û falek vekir ye ko Rêk vekirî bin, lê bi Xwedê kim gêjbuneka bê pêwîstî ye ,textê te yê bê his bê pêjin îro xirdik û mirdik bêve dilehîzin û navên Pêxembera yek li pey yekî dilurînin di rêka minde bo derbazbuna sînorê te
hemî heval min naskirin yên dema şoreşê
kes nema ko min nasnekir
lê îro kes min nasnakê
Sibeha te bi xêr
Gêjbuna te bi xêr
wekî berê
îro genim nemaye bitenê dema nîsik û ceh hatin çandin û tama wan hat dîtin û tamkirin xatuna min
îro li cim te
peyrew kirina dilovanî yê dihev dîtinên rojane de zore çandina hêvîyê di malzaroka Vînê de zore
ma Dara Sêva Hinara didê.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Sûz û Rastî
te dibraşt
li ber agrê dilê min
hemî rengên hêvîyên xwe
te parçe dikir
li ser destê xwe
pirt pirt
hemî demarên laşê min
jiberko te dizanî rastîya min
û sûzên wan
te dilûrand
li ber dergûşa bextreşîya min
hemî cûrên sitran û helbestên min
te dinivandin
di nav singa xwe da
hemî şitlên xem û kederên min
lê tû dimayî
di landika azadîyê da hişyar
li ser arzêla bendewarîyê
û qûrtek şûr ava rastîya min
her şev te di vexwar
û te gazî dikir
bi dengek bilind
ka sûz ka peyman
yên we dayîn
beramber gûra şehîdan
eyî partîzan ,,
‘’’’’’’’’’’’’’’’’’’’’
[biguherîne] Çarenivîsê Kevoka min
bi xwînê hatîye mûrkirin navê te
bi xwînê hatîye rengkirin dêmên te
bi zorî hatîye rawestandin dengê te
şermînîya di nav Çavan da
eşkera dike daxwazîyên te
dûrbûneka dîye ....
barkirneka nûye ...,
yan jî qafoke ser Av dibe
û ez ji keyfa dilerizim..
lê nizanim
bê Çarenivîs bero kove ye
* * ** * *
[biguherîne] Kevoka min sipî ye
ji nivşê xwe revî ye
kûçera min ...
Qereçîya min ...
ez bivî rengî dildarê teme
dema ez dibihîzim
ko to razî nabê
neynûkên te bên birîn
baskên te bêne çengo kirin
dako bero dara azadîyê nefrî
* * ** * *
min veşartin
dinav pûlên singa xweda
hemî nihînî yên demî
hemî serpêhatîyên te
û serburên min
lê min jibîr kir dergehî bigirm
bi davên pirça te
lewma îro belav dibin
dengûbasên me..
== Hûyî Jînê ==
hûyî jînê
dilbrînê nazenînê
te ez kirim derdê evînê
te ez hêlam bendewar
te ez kirim pîr û jar
bê xwedî mam bê heval
li xerîbîya bûm mêvan
hûyî jînê
derdê min derdek girane
sererayê ko Nûjdar
lê derman nîne pê bi kewînim
kêm kes hene
ev derd kêşan
ji ber hindê mam perîşan
hûzî jînê
hêvîya min rojek nû ye
dergehê dil lê xistîye
tirsa mirnê paşve birye
vê rewşenê kûştim ji dil
dema tîrên çavan barîn
hêstrên min dihatin xwar
di şevan da bi rojan
kolla wê maye di dil da
boye keser boye derd
derman jî her dîtna wêye
lê dimînim bendewar
hûyî jînê
şansê min pir xirabe
gemîya dilê min wergêra
gûlîstana wan ûmêda
vaye îro ma bê xemil
hûyî jînê
hêvîyek nû hatîye hûlê
nemirî ye û namirî
wê dilê min ji nû şakê
min bawerî bi wê heye
min bawerî bi wê heye
[biguherîne] Warê bê Deng
hûyî Gondîno li bîra mine şevên dijwar
li ber Baranê lûkên Berfê dihatin xwar
Bîrhatinin min û ewê Yara delal
naçin ji bîr dinav Hizra da birme xwar
hûyî Gondîno
Dilê min îro xemgîne
Rastî nîne War windaye
Roja me bero ava ye
Dengê Gûran xweş dihêt min
lewma Warê min bê Denge
hûyî Gondîno
li bîra mine rojên berê
li bin Dara dema Hêstir
ji Çavên reş wekî lehyan tim dibarîn
li ser Warê minê bê deng
wan Hêstran gazî dikir
kanî Bira kanî Pismam
bone gûrî yan xwe kirne Qûrban
bo vî gelê heyî perîşan
bo vî Warê heyê bê deng
lûma nekin nermî nîne
hûyî Gondîno em bê xwedî ne
xwedî yên me gûrên harin
li dûra mene li şar kinarin
hûyî Gondîno
Dostê minin
ji nivşê minin
ew kûjekên şevên tarî
her neyarê doza minin
ew xwîn mijin
ew xwe firoşin
lê îro serwerên minin
hûyî Gondîno
hawara warê bê deng
vaye îro pirr bilinde
perda gûhan ewê dirrand
dîwarên Zîndanan hejand
kevalên mirî sax kirin
hêvîyên me geş kirin
xwena me nîzîk kirin
barbikin ji warî herin
warê min nema bê deng
warê min bo ye pirr reng
-
- ** ** **
[biguherîne] Lo Welato
dibe ko îro dilehîzin li ser Singa te Pîlanan dinexşînin bo nehêlana navê te hewil didin rakin çîroka bajêrvanîya te lê to nakevê namirê nahejê û em hemî dê bin gûrî te
- * *
çîroka rastîya vîna min bo te îro di serê mejî hişkande li kûlanên teng li êzgeha BERHÊTKO de bero vajî hat vegûhaztin şîndar birrên daristanên te pê dixapînin Perîşan û belingazên dibin gûrî bo te dibin agrê şoreşa te li ser xaka me
- * *
dilê min sût evîna te dixwazim biramûsim wê ala te bejna te ya sûr qaçax rengên li ber te kesik,sor,zer çi şîrînin çi rengînin demê dibe pirr pirra wan bi qaçaxî li serserê gûnd û bajêrin te
- * *
ji mirnê qûrtal bon hêvî û armanc ji dîrokê berpirsbûn seruk û tac ji laşî qût bon wijdan û can bi tenê dilê minê terr hat birrîn bi tevşuyên wan piştî mezin bo dara jîna min
- * *
[biguherîne] Dêmên Yarê
min dixwest biramusim dêmên şêrîn lêvên rengîn vexwim Rundika ji kanî yên zêrîn lê....... awir şewatên çavê te bune sikir û Rê birrîn
- * *
Yarê xwe nekirîne hêstirên te dinav dilê minda ji xwera Mexelek avakirîne Pura reşrewşena li serê te dav bi dav çîroka vîna min bo te dilurîne bese dilê min ne arîne rundika nebarêne to ya minî û ez bo te me vê rastî yê kes namirîne
- * *
dêmên te sorgûlên buharêne hinarên nûgehayîne dibêjin rojê here û li virr ne mîne
- * *
wêneyên şev û rojê wekî hev dibin demê dihên girtin bi rêka dêmên te belê wêgavê ew dibin nîşan bo nazdarîya te
- * *
to hevala rêça min boyî to gûlşena baxê min boyî to xûnav boyî hêdî hêdî xwe diberda xwar li ser hest û canê minda te jibîr nakim şînwarên me bone mexela bê wara bê hevala evîndara dilehîzin dilurînin û hezar dua dikin em bi hevra roja azadîyê bibînin
[biguherîne] Kovanên şevê
dem hare û can buye bela lê daxwazî pirr in li kolanên mişextîyê li welatekî winda da bê xwedî digere siha wî îro wî ditirsîne lê sunda wî her bi xwedaye yê seranserî mala ‘PÎROZÊ* ’ ra ji nav dilê wî keserek kûr xwe bi melulî berdaye xwar çîroka revîna wî di axînên wîrra xûyadibe melultîya çavên wî yên reş û qermîçekên li ser rûyê wî û pora boz boyî dixwestin min bi xapînin û rastîya wî winda bikin û veşêrin
- * *
raste îro kirasê wan li ber mine û bi qaçaxî li ber xwe dikim carna lê naxapim nakevim naşikim destan ezê badim û milan ezê bi hejênim û navê xwe dê ji nû ji wanra bêjim dako aram nebe canê wan
- * *
dîyare şevên tarî dijwar bon xewa şîrîn nedibo mêvanê çavên wan û girnijîn zoha bibo li ser lêvan lê her digutin : ‘sê rojin qurban nînin sê şevin razan nîne’ kom bon hizir û pirsîyar lê her nêrînên guman lêkiriî bone bersiv
- * *
çare nîne wekî teme kekê mino dîyare di quncikên tarî da felekê çerxek li te daye û firotina te yan bazdana te hevdîtineka guman lêkirî peyda kir qunaxeka nû anî gorebanê bero vajî qurbanî hatin dan bo XWEDAWENDÎ lewma ala şoreşê bilind bo û dengê mîrên Xwedawendî bilid firîn... ‘sê rojin qurban nînin sê şevin razan nîne’
- * *
zik maye vala çav mane zîq lewma serê di zivrokê da digerê delîvek nû ji zikê dîrokê Za û hêvî anî lê gelîyek windaye hizira mina têda mijûl dibim ‘çawa zehmetîya me dinav çavan da jibîr biçê’ şirove nabe ev zivrok deng sê bare hat guhê min ‘sê rojin qurban nînin sê şevin razan nîne’
- * *
xwezî min jî wekî te Rêwengo kovanên xwe yên şevê kirban qurban bo roja dîtina AZADÎyê lawê mino berxê mino heval ciwîyê Rê ya mino
- * * * * * * *
Pîrozê,Jineka kurd Muxtar bo
== Yara dema ==
ger ez ketim û to her ava bawer bike nakim lava yar nakevim du car dava te zû roja me bir ava here yarê yara dema li te pîrozbe dara xema du rojan yara min bi hişe roja sê yê ya bê hişe sermest kirim li pey dimeşim hişyar nabe û xewin ji geşe here yarê yara dema li te pîrozbe dara xema min çi pirs kir te digût çima min bersiv da te digût hema ma sûzê te evbon dema li bin dara li ber wan çema here yarê yara dema li te pîrozbe dara xema ger evînî wekî te ba mirov wê perîşan biba li nav derya winda biba keskî ne digût hev merheba here yarê yara dema li te pîrozbe dara xema kî dûr kirim ji warê yarê kî ji min stand xewina şevê kî bun eger ev dil xapand kî ez hêlame bendewar kî ez hêlame bê xwedan here yarê yara dema li te pîrozbe dara xema te sûzek dabo min dema bêrhatinên me li ber çema te digûte min ez ya te me bendewarê dîtina te me here yarê yara dema li te pîrozbe dara xema dîsan ji nû dê bar bikim dost û hevala dê bihêlim kirasek nû dê li ber xwe kim rengê alê dê berze kim here yarê yara dema li te pîrozbe dara xema silavên min bigehîne wan li warekî bome mêvan bîrîya te dikim hey lê ciwan lê cîhan tarî mij û duman here yarê yara dema li te pîrozbe dara xema
Ev helbest dîyarî ye bo canê brayê min Şehîd AZAD DÊRIKÎ di bîrhatina dehê de li ser roja şehîd bona wî li ser destê dujminê Kurd û Kurdistanê li Zaxo li Şeva 23/24-11-1994 == Li ser me bo ==
li ser me bo dema em hatin vê xaka nevîn têda bînin yan biçînin yan jî dagrin ji hizrên dîn li ser me bo dema li pêş me digutin KURD....XAk....WELAT....DAXWAZÎ bersiv bidim emin û Kurdistan û azadî li ser me bo dema Tup dibîne Yarî di destê zarokan de xwîn diherkî dinav lepan de dengî bilind bikim û gazî bikim ji xew rabin ... serî rakin çerx ya nû ye û dem namîne lê piştî Habîl hatî kuştin bidestê Qabîl ..di roja yekê de her yek jime rabo û Kêra û xencera xwe kêşa û hilda û li pişta brayê xwe da ji wê rojê were nevîn dest pê kir Jîn berteng bo li ser me bo dema zordara zorî dikir û lepên xwe tijî xwîn dikir û xaka me ya pîroz pîs dikir carekî bitenê bêjne wî ne ne ne û destî lê bilind bikin û bêjim ezim kurrê KAWA lawê mêrxwas û çelenga û li vî cihî tako niha dijîm li bin pê te û xwîna min to dimêjê û ez bê dengim lê bese bibe wekî min dî bihevra bijîn wekî bira yan jî dê DASTANA dubare bikim