Dengbêj
Ji Wîkîpediya
Dengbêjî kevneşopiyeke gelekî girîng ji bo çanda kurd e. Li dîrokê da kurd tim mecbûr man ku çanda xwe bi "deng" yan jî "gotinan" bi cîh bînin. Kurd li her demê li welatê xwe da hatine bindest kirin û mîna ecnebî hatine xwuya kirin. Ji ber vî yekê "nivîs" û "pirtûk" li nav kurdan da zaf kêm e û hîna îro jî pirr kurd nîvîs û xwendinê nizanin.
Li hêla din da çand û zimanê kurdî di hêla dengbêjîyê da, yanê di hêla gotin, kilam, stran û çîrokan da pirr dewlemend bûye. Zimanê kurdî bi gotinên dengbêjên hêja hettanî roja îro hatîye û wunda nebîye. Gava ku em îro hîna kurdî qise dikin, va kerrî pirrî ji saya dengbêjan e.
Dengbêj mîrovên gerok bûn. Pirr dereng nîne, dibe ku hîna çend salan pêşta, dengbêjên bi nav û deng gund bi gund, bajar bi bajar digerîyan û li kûçan, li ser bêderan, li koşkên axan û began, li konên reş yên koçber û bertîyan, hemû mîrov li dor xwe kom dikirin, ji wan ra çîrokên û kilamên li ser dilan, şer û mêrtîyê digotin. Bi vî avayî li gundekî demekî kurt disekinîyan û hinek bibe jî jîyana reş yê mîrovan şa dikirin.
Kilamên li ser Filîtê Quto, Lawikê Metînî, Memê Alan, Evdalê Zeynê, Derwêşê Evdî, Bavê Feqrîyo, Bavê Bexçet, Xalê Cemîl, Gelîyê Zîlan, Şerê Ûriz, Xezalê, Tellî nav kurdan gelek bi nav û deng in.
- Binêre: Lîsteya dengbêjên navdar
[biguherîne] Grêdanên derve
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».